Qehramanê Minbicî: Gelek kêm maye
10:13
Deniz Yeşilyur/JINHA
MINBIC - Şervanê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Qehraman yê ku li hember pêkanîna dermirovahî a çeteyên DAIŞ'ê tevlî hemleyê bûye got, "Berî vê dipirsîn 'çiqas maye' qet min bersiv nedida. Ji ber ku di nava şer de çi diqewime nayê zanîn. Lê belê niha bi zelalî ez dibêjim; gelek kêm maye..."
Qehraman Minbic bi destpêkirina hemleyê re her di qamerayên mede diyar dibe. Qehramanê 24 salî yek ji ciwanên ku zilma DAIŞ'ê jiya ye. Qehraman sonda berxwedanê li hember DAIŞ'ê xwariye... Em biçin kîjan çeperî binêrin Qehraman li wire. Niha jî em di avayên çeperên pêş rast lê tên. Qehramanê ku çek di destê wî de û bi lez diçe, malbatek riyê wî dibire. Gava ku famdike pêdiviyê malbatê bi xwarinê heye, xwarinê xwe û yê hevalên xwe dide malbatê. Qehraman bi ruyek ken li malbatê dinêre û dibêje "Gelek kêm maye".
'Em gelek nêzî navenda bajêr bûne'
Em berê qamereyê xwe didin Qehraman û hestên wî dipirsin wiha bersivê me dide, "50'î roj zêdetir hemle dewam dike û ez cihê xwe navde digrim. Em êdî gelek nêzî navenda bajêr bûne. Duh me taxê Beavî girt. Girina giştî û mizgefta Şerakî jî nava rojê de me azad kir. Me xetên wan tev şikand. Tenê du kolan maye. Piştî evder jî rizgar bibe gelê me di nava ewlehiyê de êdî wê vegerin ser axên xwe. Berî vê dipirsîn 'çiqas maye' qet min bersiv nedida. Ji ber ku di nava şer de çi diqewime nayê zanîn. Lê belê niha bi zelalî ez dibêjim; gelek kêm maye..."
(rc)