'Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe her roj di çalakiyê de bin'

10:48

JINHA

AMED- Jinên Amedî diyar kirin ku li hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ew ê her roj li qadanbin û gotin heya tecrîd bi dawî nebe dê qadan jî vala nehêlin.

Rêberê PKK Abdullan Ocalan ji 5 Nîsana 2015'an heya niha bi malbat û Heyeta Îmralî re hevdîtin pêk nayîne û ev 5'ê sale jî hevdîtin ligel parêzeran tê astengkirin. Piştî hewldana darbeyê gumanên gel zêdetir bûn. Gelê Kurd ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê dakêtin qadan. Gelê Amedê ev 4 roje ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bên li Parqa Koşuyolu 'Nobeda Azadiyê' digirin.

'Ew Rêberê gele'

Yek ji jinên ku tevlî çalakiya nobetê bûye Rahîme Înce ye. Rahîme got, "Em ê ji bo Rêberê xwe canê xwe feda bikin. Abdullah Ocalan Rêberê gele. Bila dîsa muzakere destpêbikin û ji bo aştî xebat bên kirin. Em ê heya dawî li pey Rêberê xwe bin. Em azadiya Rêber û gelê xwe dixwazin. Heya tecrîda li ser Rêbertî neyê rakirin çi ji destê me bê em ê bikin. Bila xwîna ku diherike bê sekinandin. Heya ku ligel Rêbertiyê me ser masê rûnenên ev têkoşîna me wê bi dawî nebe."

'Em ê her roj dinava çalakiyan de bin'

Jina bi navê Sultan Demîr jî got ku heya tecrîd berdewam bike ew ê li qadan bin û wiha dom kir: "Em ji bo Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Li ser Rêberê me ev saleke tecrîd berdwam dike. Bila malbat û parêzer bi Rêbertî re hevdîtin pêk bînin û em dixwazin rewşa Rêbertî hîn bibin. Em wek dayikên Kurd ji vê tecrîdê re bedêng namîn in. Em ê her roj ji bo azadiya Rêberê xwe di çalakiyê de bin."

'Bi sedansale em di nav OHAL'ê de dijîn'

Guler Yuksekbag a ku di nobetê de cih digire bilêv kir ku ew ji bo tenduristiya Abdullah Ocalan gumanan jiyan dike û wiha axivî: "Li hember tecrîda ser Rêbertiyê me û darbê em di çalakiya nobetê de ne. Darbe bi xwe Erdogan kir. Li welat ji bo her tiştî em ketine nava gumanê. Ev 2 sale em ji Rêbertî agahî nagirin. Heya em ji Rêberê xwe agahî negirin em ê çalakiyê rûniştinê li dar bixin. Ji bo me OHAL nû nîne. Bi sedansale em di nava OHAL'ê de dijîn."

(mm-bc/dt/rc)