Girtiyên jin ji bo Abdullah Ocalan di grevê dene
10:58
JINHA
ENQERE - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tên ragirtin, ji bo sîstema Îmraliyê şermezar bikin, ketin greva birçîbûnê. Ev greva bi armanca hişyarkirinê tê lidarxistin wê 3 rojan dewam bike.
Fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî hewldana darbeyê zêdetir bûn. Tevî ku agahî derketin holê û nûçe hatin weşandin, ku darbekaran amadekariya sûîqestê li hemberî Abdullah Ocalan kirine, hê destûr nayê dayîn malbat an jî parêzer biçin Îmraliyê. Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tên ragirtin, ji bo sîstema Îmraliyê şermezar bikin, ketin greva birçîbûnê. Ev greva bi armanca hişyarkirinê tê lidarxistin wê 3 rojan dewam bike.
(rc)