Li hember darbeyê: "Hevdîtina Jinan" destpêdikê

11:33

JINHA

ENEQERE- Meclîsa Jinên HDP’ê ya Enqerê sibê li Qada Tuzluçayir bi tevlîbûna Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag mitînga bi dirûşma "Em jin li hember darbeyê azadiyê diparêzin" tê lidarxistin. Dê ji tevahî saziyên jin piştgiriya "Hevdîtina Jinan" bê kirin.

Meclîsa Jinên (HDP) Partiya Demokratîk ya Gelan bi dirûşmeya "Em jin li hember darbeyê azadiyê diparêzin" li Qada Tuzluçayirê mitîng li dardixin. Mitînga ku bi dirûşma "Hevdîtina Jinan" pêk tê wê gelek saziyên jin piştgirî bidin û Hevseroka Gişti ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlementer Filiz Kerestecîoglu, Leyla Birlîk û hûnermend Pinar Aydinlar dê tevlî bibin.

Di mitînga ku hevpariya jin bê esas girtin de, li hember darbeyê Rewşa Awerte (OHAL) û zîhniyeta mêr parvekirinan pêk bîne.

Dê mitînga bi navê "Hevdîtina Jinan" li kolanên ku tundiye li ser Kurd û Elewiyan zêde bûne, li Qada Tuzluçayirê saet 18.00’an de bê lidarxistin.

(dt/rc)