Şahîda bûyerê: Min bi çavê xwe dît ew dan ber agir

11:50

JINHA

MÊRDÎN - Piştî hêzên YPS'ê daxuyaniya "Em ji Nisêbînê vekişiyan dabû", îdîayên 20 kes ji aliyê tîmên taybet ve ewil hatin gulebarankirin û piştre jî hatin şewitandin derketibûn holê. Şahida buyerê D.A. aşkere kir ku tîman bi 4 ambulansan herî kêm 20 kes anîne ber sînor û piştî gulebaranê ji bo ku şopên wehşetê veşêrin ew şewitandine. D.A diyar kir bi çavê xwe şewitandina 7 kesan dît.

Îdîayên ku 20 welatî li Nisêbîna Mêrdînê piştî gulebaranê ji aliyê tîman ve hatin şewitandin piştrast bû. Welatiya bi navê D.A. ya ku ji bo ewlehiyê nexwest navê xwe bide tiştên bi çavên xwe dîtîn vegotin. D.A piştî buyerê bi riya telefonê xwe gehandibû ajansa DÎHA'yê û wê demê derbarê buyerê de agahî dabûn. D.A. aşkere kiribû ku tîman di 1'ê Hezîranê de 20 kes bi ambulansan ber sînorê Qamişlo ve birine û li vir piştî gulebaranê ew bi êzingan şewitandine.

'Bi 4 ambulansan 20 kes anîn ber sînor'

D.A. da zanîn ku komkujiya ku hatiye kirin piştî daxuyaniya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) a di 26'ê Gulanê de ya têkîldarî vekişandina hêzên xwe yên ji Nisêbînê bi 4 rojan pêk hatiye. D.A. qewimandina buyerê wiha vegot: "Saet derdora 21.00'an de nêzî deh wesayitên zirxî û 4 ambulans hatin ber sînorê Qamişlo. Lembeyên ambulansan vekirîbûn û hatin ber sînor û li vir 20 kesên ku min suretê wan û zayenda wan nasnekir ji ambulasan daxistin. Piştî ku ew ji ambulansan daxistin, ji wesayita zirxî ya ku pişta xwe dabû sînorê Qamişlo anonsek gefxwarinê li ajokarê ambulansê hate kirin ku lempeyên xwe vemirîne. Ez bawerim ji bo ku tiştê ku dê bikin neyê dîtin ev yek kir."

'20 kes hatin qetilkirin, 10 kes jî hatin şewitandin'

D.A. diyar kir ku ji 20 kesên ji ambulsan anîn xwarê herî kêm 7 kes şewitandin û axaftina xwe wiha domand: "Wesayîtên zirxî ew kom bi kom qetil kirin. Ambulansan 20 kes daxistin cihê buyerê û dengê çekan bilind bû. Wê demê min ev koma ku çek li ser wan hate şixulandin bi çavê xwe nedîtin. An xwestin wan bitirsînin an jî ew bi giştî gulebaran kirin. Min ev kom nedît. Lê piştî vê komê ambulans ber bi Qereqola Gir Hesinê ve çûn. Piştî vê ambulans 7-10 kes anîn heman cihî û li vir min bi çavê xwe dît ew dan ber guleyan. Ambulansê ew cenaze 150 metre dûr, ber bi cihekê ku êzing lê hebûn bir. Ji ber şewqa agir baş dixuya kesekî mîntanê spî lê ye 7-10 cenaze yek bi yek avêtin nav agir û herî kêm 25 deqeyan ew kes hatin şewitandin. Li ser rêya Qereqola Gir Hesinê kanalîzasyon heye. Ev kes an avêtin kanalîzasyonê an jî birin hundirê qereqolê bi xwe."

'2 meh derbas buye lê hêj li dora cihê buyerê tîm digerin'

D.A. anî ziman ku tîmên ku komkujî pêk anîne piştî komkujiyê bi rojekê hatine cihê buyerê û derdor dane ber agir. D.A. aşkere kir ku piştî buyerê û vir ve tîmên taybet kesî nêzî cihê buyerê nakin û û axaftina wiha bi dawî kir:"Piştî buyerê bi rojekê hatin û derdor dan ber agir. Ez wî kesê ku piştî rojekê hat cihê buyerê û xwest delîlan ji holê rake niha bibînim, ez ê wî nas bikim. Piştî ku ew kes qetilkirin, ev 2 meh e kesî nêzî cihê buyerê nakin. Hin dayik bi hinceta çerindina sewalan beriya çendekî çûbûn cihê buyerê û li wir pêlav û cilên şewitandî dîtibûn. Tîm her dem li dora cihê buyerê tên û diçin û gefan li welatiyên li derdorê dixwin."

(kom/rc)