KJA: Êrîş li hember tevahî nasname û baweriyên rojhilata navîn e
12:00
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN -Kongreya Jinên Azad (KJA) derbarê êrîşa ku duh li bajarê Qamişlo pêk hatî daxuyanî da.
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya duh a li Qamişlo ya Kantona Cizîrê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin, bi tundî şermezar kir. Daxuyaniya KJA'yê bi vî aweyî ye:
"Li Qamişlo teqîniyeke li dijî mirovahiyê pêk hat. Em dizanin ku hata îro li dijî Federasyona Sûrî ya Demokratik ji bo ku ava nebe DAÎŞ bi hêzên faşîst re êrîşî Rojava dike. Qamişlo bajarekî rojava ku hemû reng û dengê rojhilata navîn di dilê xwe de xwedî dike. Ev êrîşa ne ji xwe ber de ye. Li ser hemû nasname û baweriyên rojhilata navîn e.
Îro YPJ/YPG li Minbic’ê di bin 55 derece germahê yê de berve azadiyê diherike tê wateya ku êrîşên qirêj û bin cil tu çar serkefti nabin û têk diçin.
Em wekî Kongra Jinên Azad(KJA) Erîşa li ser Qmişlo li dijî mirovahiyê pênase dikin. Ger ku civaka sivîl hatiye hedef girtin ev jî nîşan dide ku têkçûna zîhniyeta faşîst, dagirker, DAÎŞ û wekî DAÎŞ’ê têk çune. Ev êrîşên bi vî rengî êdî nikarin azadiya civaka û gelen bidin seknandin.
KJA êrîşa li qamişlo şermezar dike, kesên ku jiyana xwe ji dest daye re rehmet ji balbatê wan re, serxaxî, ji yên birîndar e şîfa û sebrê dixweze. Êşa Qamişlo êşa civaka tevahî kurdistanê ye. Berdêlên azadiya bihev re giran be jî em ê bi hev re hildin."
(rc)