Li Girtîgeha Mêrdînê 'Jineolojî' qexeye!
12:09
Tîrmeh
28
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN- Li Girtîgiha Tîpa E ya Mêrdînê li qawîşên siyasî 4 pirtûk ku di nav de ‘Jineolojî’ jî heye bi hînceta qedexeye, hatin desteserkirin.
Li Girtîgiha Tîpa E ya Mêrdînê ku tundî li ser girtiyan zêdene vêcarê jî pirtûk qedexe kirin. Di lêgerîna qawîşên girtiyên siyasî de pirtûkên Weşanê Aramê, Akademiya Jinên Azad ‘Jineolojî’ ,Rûstem Cudî bi navê ‘Rojhilata Navîn’ ‘Bîrdozî’ û pirtûkê Demîr Çelîk ‘'Ozgurlugunde Kaldi Gozlerim' hatin desteser kirin. Rayedarên girtîgehê pirtûkên ku hatin desteserkirin radestî malbatên ku hatine ziyaretê kirin.
(dt/rc)