'Hezex bêyî agahiya gel wek qada bi rîsk hat îlankirin’
12:09
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN-Di rapora têkildarî pêvajoya psîko-civakî ya têkildarî pêvajoya qedexeya derketina derve ya li Hezexê de, pirsgirêkên aborî, tendursitî û perwerdehiyê hatin vegotin. Li gorî raporê beyî ku agahiyê bidin gelê Hezexê, ji sedî 80’ê Hezexê ji aliyê Lijneya Wezîran ve wek qada bi rîsk hat îlankirin. Dest bi hilweşandina avahiyên xesar dîtibûn an jî nedîtibûn, kirin.
Ji aliyê Yekitîya Şaredariyên Herêma Başurêrojhilatê Anatolyayê (GABB), Şaredariya Şirnex û şaredariya Hezexê ve rapora ‘di pêvajoya qedexeya derketina derve de û piştî qedexe rabûn û vegeran destpê kir, lêkolîna li ser pêvajoyên psîko-civakî ya zarok û jinan’ hat weşandin.
Di xebat hat kirin de 43 roj qedexeya derketina kolanê ya ji 16’ê Sibata 2016-31’ê Adarê berdewam kir de kirin rapor. Xebat ji aliyê şaredariya Şirnexê, şaredariya Hezexê, GABB û xebatkarên civaknas, psîkolog yên şardariyên endam û Hewldanda Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎGK), Meclîsa Azadiya jinê (KOM) ve hat meşandin. Li taxên Turgut Ozal û Yenîmahaleyê bi 609 jinî re hevdîtin hat kirin û di encama xebatên de bandora qedexeyê ya li ser jin û zarokan derket holê.
Bodrumên hovîtiyê û koçberî
Li gorî hevdîtinên hatine kirin kesên ji sedî 85’ê welatî ji Hezexê derketine. Di xebata hatiye kirin de ji ber fikara ku rewşa bodruma hovîtiyê ya Cizîrê nejîn, welatiyan bajar ji neçarî terk kirine. Lê piştî qedexeyê kesên vegeriyan jî piraniya wan gotin wê ji Hezexê dernekevin.
Di raporê de, pirsgirêkên tenduristî, aborî û perwerdehiyê wiha hatin rêzkirin:
Pirsgirêkên aborî
“* Piraniya nifûsa Hezexê ji Hezexê derketine, hinek çûne cem xizmên xwe hinekan jî li gudan kon vedabûn. Hinek jî li bajar û navçeyên din xanî kirê kiribûn. Malbatên berê qedexeyê di alî aborî de debara xwe dikirin, li cihên ku çûnê jî kar nedîne, ji bo hewcedariyên xwe û kirê pirsgirêkên cidî jiyane. Malbatên hevdîtin pê re hatin kirin diyar kirin ku di navbera aboriya wan ya beriya pevçûn û piştî pevçûnê de cudahiyek mezin heye.
* Piştî pevçûnan kesên vegeriyan walên wan bi awayekî cidî wêran bibû. Bi xaniyên xwe yên xesar re rû bi rû hatibûn. beşeke mezin a xaniyan şewitîbû, hatibûn texrîbkirin. Genim hatibûn şewitandin, hemû êzing şewitîbûn. Alavên mirovan yên şexsî yên di hundir de zirarek mezin dîtibûn.
* Li taxên Turgut Ozal û Yenîmahalleyê ku pevçûnên dijwar lê hebûn, jialiyê GABB û TMMOB’ê ve tespîta xesarê hat kirin û hezar û 200 avahî xesara wan hatiye tespîtkirin. Di encama serlêdanên ji bo Midûriyeta Îtfayeya şaredariya Hezexê hatiye kirin, zelal bû ku 150 xanî şewitîne.
* Piştî pevçûnê ji sedî 80’ê Hezexê bêyî agahiya gel ji aliyê Lijneya wezîran ve wek qada bi rîsk hat îlankirin û avahiyên ku xesar dîtine û nedîtine hildiweşînin.
Pirsgirêkên di qada tenduristiyê de dijîn
“* Piranî malbatên lig undan bi cih bûn, ji ber navçeyên derdorê jî heman pirsgirê dijîn û rêyên wan girtîne, di çûyîna nexweşxaneyan de pirsgirêkên cidî hatin jiyîn. Hat tespîtkirin ku jin, zarok û extiyarên ku divê her tim bihata dermankirin, nekarîbûne bên dermankirin.
*Derket holê ku 109 jin ducanîbûne û ji van 44 heb bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû hatine.
* di rewşên wekê kontrolên tenduristiyên wekê ducaniyê de, ji ber hawirên bi ewle tinebûn û xwe nekaribûn bigihînin saziyên tenduristiyê jin bi rîskên welîdînê yên cidî re rû bi rû mane. Hem di ducaniyê de û hem jî di psîkolojiyê de travmayên cidî hatine jiyîn.
*Kesên astengdar jî ji ber şert û mercan û hem jî di dermankirinê de pirsgirêkên cidî jiyane.
Pirsgirêkên di perwerdehiyê de hatine jiyîn
“* Beşeke mezin a zarokan ji ber pevçûnan mafê wan yên perwerdehiyê ji destê wan hat girtin. Zarokên wê biketana ezmûnên hevpar zirarek cidî dîtin û ligel vê ji her temenî zarokan demek dezavantaj jiyan.
* Piraniya malbatan diyar kirin ku zarokên wan dibistan berdewam nekirine.
*Piştî qedexe rabû ji 8 dibistanê Hezexê tenê yek dikarî bê bikaranîn. Ji ber vê hemû kademeyên perwerdehiyê di yek dibistanekê de hatin berdewam kirin.
*Saetên derketina dibistanê ji ber dikeve êvarê û polîs li baxçeyê dibistanê dipên, bi malbata re fikarê çêdike.”
(hu)