Li Qamişloyê 8 cenazên din hatin derxistin

14:12

JINHA

QAMIŞLO - Li taxa Xerbî ya Qamişloyê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bênavber dewam dikin. 8 cenaze ji binê xirbeyan hatin derxistin.

Tîmên rizgarkirinê û her sê şaredariyên Qamişlo bi alîkariya welatiyan xebatên xwe yên lêgerînê di nava xirbeyên avahiyên ji ber êrîşa bombeyî hilweşiyan, didomînin. Endamên ekîbên rizgarkirinê diyarkirin ku ji duh ve wan cenazeyên 8 welatiyên sivîl ji nava binê xirbeyan derxistine. Welatiyan destnîşan kirin ku hîn jî cenazeyê zarokê 15 salî Raman Mişel û jineke ciwan ku navê wê ne hatiye zanîn di bin xirbeyan de ne.

(kom/rc)