Di encamê bombebaranê de agir bi çiyayê Nimêjê ket
14:29
Tîrmeh
28
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX – Leşkeran agir bi Çiyayê Nimêjan yê herêma Bestayê xist û daristanên li herêmê dişewitin.
Li Şirnexê 'qedexeya derketina derve' 136 roj in didome. Hêzên dewletê di bin navê ‘qedexeyê' de çiyayên derdora Şirnexê bi bomebebaranê her roj dişewitînin. Leşkerên Qereqola Meydanê agir bi Çiyayê Nimêja yê herêma Bestayê xistin û daristanên li herêmê dişewitin.
Şewata derketî her ku diçe li herêmê belav dibe û ji ber 'qedexeyê' tu kes nikare mudaxaleyî şewatê bike.
(kom/rc)