KJAR ji bo Şengalê banga hevdengiyê kir

15:28

JINHA

NAVENDA NUÇEYAN - Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatî Kurdistan bi daxwyaniyek 2. salvegera komkujya Şengal bi bîr anî û xwedî derkevtina xweya bi banga jinên Şengalê re carek din ragihand û banga tevlî bûna çalakiya 3'ê Tebaxê kirin.

Komelgeha Jinên Azad ya Rojhitalê Kurdistanê (KJAR) bi boneya salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. KJAR'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew komkujiya Şengalê yê ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê pêk hatî bi tundî şermezar dikin û wiha hat gotin, "Em wek KJAR, qirkirin û komkujiya ku ji aliyê DAIŞ´ê ve li ser gelê Şengalê pêk hatiye û birînek kûr di mêjiyê gelê Şengalê de çêkir, di 2. salvegera wê de şermezar dikin. DAÎŞ mînaka berçav ya bîrdoziya deshilatdariya baviksalariye. Di 3' ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ êrîşek hovane li hember gelê me yê Şengalê pêk anîn. Ev jî bu sedama komkujiya bi hezaran kesî û sedan hezar kes jî koçber bûn. Bi sedan jin rastî dest avêtinê hatin. 5 hezar jin û zarok hatin revandin. Ji bo nekevin destê çeteyan bi dehan jin dawî li jiyana xwe anîn û xwe di zinaran de avêtin. Bi dirêjahiya dîroka zayendperest u zihinyeta deshilatdar a bavksalarî be şêweyek sîstematîk jin hatine hedef girtin. Bi taybet jî jinên Rojhilata navîn. Ji ber ku xwediyê dîrokek berxwedanê ne timî hatine hedef girtin."

Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatî Kurdistan her wiha di daxuyaniya xwe de got ku gelê Êzidî di drêjahiya dîrokê de rastî pir komkujiyan hatiye û wiha pêde çû, "Gelê Êzidî ji ber ku di dîrokê de rastî gelek êrîş û komkujiya hatiye nekaribû xwe bi rêxistin bike û hêza parastina xwe avabike. Ev bû sedema ku jinên Êzidî jî bibin maxdûrên herî mezin di êrîşande. Di nava du salên bihurî de hejmarek ji jinên Êzidî xwe ji DAIŞ´ê rizgar kirin. Lê hê 3 hezar jin dîl girtîne. Rewşa jinên Êzidî sedemek bingehîn ji bo têkoşîna hemû jinên Kurde."

KJAR, di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Li hember komkujiya jinên Êzidî û Şengalê gelê Kurd berxwedaniyek bê mînak raber kirine. Di piraniya qadên têkoşînê de jin rola pêşeng dilîzin. Carek din ji bo xebatên ji nûve avakirine di nav hewldanan dane. Niha jî jinên Êzidî ji bo bersiva komkujiyê, perwerde esas girtine û bi çekê zanînê pêşengiya civakê dikin. Îro jinên Êzidî li cihek pîroz wek Şengalê ji bo jiyanek nû dixebitin ku ev nimûneyek ji bo jinên herêm û cihanê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Em wek KJAR'ê ji daxûyaniya Meclisa Jinên Şengalê bi munasibeta 2. salvegera komkujiya dijî jinan piştgîrî dikin. Her wiha ji bo nasandina qirkirina jinan li vê dîrokê de, di asta navnetewî de xebatê dimeşînin. Em herwiha dixwazin ser esasê hevgirtinek demokratîk di navbera jinên Kurd û hemû jinên Îranê de, bingeha têkoşîna hevpar berfireh bikin. Carek din bang li jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin ku xebatek hevbeş li ser qirkirina Şengalê pêk bînin. Em bang dikin ji bo hevdengî digel jinên Êzidî di roja 3´ê Tebax a 2016´an de deyqeyek bêdengî pêk were. Ji saziyên navnetewî û hemû saziyên peywendîdar jî dixwazin ku gavên pêwîst di vê warê de rakin."

(şb/rc)