Banga tevlîbûna mitînga Mêrsînê
15:50
JINHA
EDENE- Meclîsa Jinan a HDP'a Edenê bi dirûşmeya "Li dijî derbeyan, bi berxwedaneke cewherî ber bi azadiyê ve" bo "Civana Jinan" a dê di 30'ê Tîrmehê de li Mêrsînê bê lidarxistin, bang li hemû jinan kirin.
Meclîsa Jinan a HDP'a Edenê ji bo mitînga ku li Mêrsînê bi dirûşmeya "Li dijî derbeyan, bi berxwedaneke cewherî ber bi azadiyê ve" li avahiya bajêr a HDP'ê bi tevlîbûna Endamên KJA yê Edenê, Meclîsên HDP û KCD'ê daxuyaniyek da. Hevseroka HDP’ê Gulseren Tural bang li jinan kir ku tevlî "Civana Jinan" bibin û wiha got, "Ji bo em xwedî li ked, beden, nasneme û azadiya xwe derkevin divê her kes di 30'ê mehê de tevlî Mitînga ku wê li Mêrsînê pêk were bibe."
(fz/dt/rc)