Li Geverê pêşniyaza sîxûriyê li ciwanek hat kirin!
16:07
JINHA
COLEMÊRG - Li navçeya Gevera Colemêrgê piştî êrîşan, ciwanên Geverê tên şopandin û bi telefona pêşniyaza sîxûriyê jê re dikin. Dayika yek ji wan ciwanên hatî maxdur kirin got: “Tiştek serê kurê min bê ez ê ji wan kesan bizanim. Bila destê xwe li ser zarokên me rakin.”
Li navçeya Gevera Colemêrgê a ku 79 rojan di bin êrîşên giran de li ber xwe da, li gel hemû astengiyên hêzên dewletê vegeriyan li ser axa xwe. Piştî wan êrîşan ji bo zarokên Geverê bi telefona vedikin û pêşniyaza sîxûriyê dikin. Yek ji wan jî ciwanê bi navê F. Î. Pêşiya dû heftiyan her roj F. hatî ye şopandin. Piştî wan yek ê xwe li ser navê polîsan daye naskirin dûh di saet 17.00’an de jê re telefon kiriye û gotiye: “Em dixwazin te xelat bikin. Alîkarî te bibin, were tu ku derê hes bikî ez ê bêm wê derê û em hevdû bibînin. Em bi hev re xwarinek bixwin û qese bikin.”
‘ Tiştek li kurê min bê ez ê ji wan kesan bizanim’
Dayika F. Î. ê ku jî bo sîxûriyê telefon jê re hatî, Ş. Î. jî li ser vê rewşê acizbûna xwe anî ziman û wiha got: “Avahiyên me şewitandin û hilweşandin, niha jî dixwazin zarokên me bikin ajanên xwe. Em bi vî rewşa xirap ru bi ru man e. Em çî alîkarî yê ji aliyê dewletê naxwazin. Em ê bi xwe birînên yêk derman bikin.”
‘Bila destê xwe li ser zarokên me rakin’
S. da zanîn ku wê di derbarê kesê telefona kurê wê kirî serlêdana suc kiriye û wiha domand: “Hemû jiyana kurê min dizane. Heya dizane ku kurê min dê bi zewice û jê re gotiye ‘Em ê bên daweta te û ji te re pakêtek xelat li gel xwe bînin. Em bi vê rewşê gelek aciz bûne. Ev nayê qebûl kirin. Tiştek kurê min jî bê ez ê jî wî kes ê bizanim.”
(kom/zt)