Avahiya HDP ya Nisêbînê hat talan kirin

16:18

JINHA

MÊRDÎN- Piştî ku li Nisêbînê kismî ‘qedexeaya derketina kolana’ bi dawî bû talankirina bajêr hat dîtin. Avahiya HDP’a Nisêbînê yek ji cihên hatine talankirin û li vir jî hat dîtin ku deriyê avahiyê hatiye şikandin û avahî talanbûye.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ev nêzî 5 meha ku qedexeya derketina kolana hatiye îlan kirin, piştî dorpêça kismî hat rakirin talana ku li bajêr pêk hatî derket holê. Hêzên dewletê deriyê Avahiya HDP'ê şikandine û avahî talan kirine. Alavên nava avahiye kompitûr, dolab û nivîsevan hatine şikandin.

Hevserokê HDP’a Nisêbînê Ferhat Kurt diyar kir ku êrîşê dewletê ew ê çavê wan netirsîne û wiha got, "Em sibê çûn avahiyê me dît hin ewraqên girîng ne li avahiyê ne. Ew ê avahî ji nûve xwe avabike û xebatê xwe pêk bîne. Bi piştevaniya gelê Nisêbînê em ê nûde avahiyê xwe avabikin."

(ea-ce/dt/rc)