ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Piştî hewldana darbeyê OHAL hat îlan kirin û bertekên li dijî vê berdewam dikin. parêzera Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Îzmîrê ya ÇHD’ê Berrîn Esîn Kaya got: “Bi îlankirina OHAL’ê re azadî û mafên sereke hatine rawestandin, her wiha zemîna rakirina hemû maf û azadiyên sereke hatiye afirandin.”
*Li gundan zarokên ji hemû qerêjiyan dur dijîn gotin: "Em zarokên xwezeyê ne, bi jiyana li zozan û çiyayan keyfxweşin."
*5 jin ji bo bajarên rastî êrîşên qirkirinê hatine hatin cem hev û tora piştevaniyê ava kirin. Jinan banga ‘em li dijî her jin û her ciwanên ku berxwe dan eyndarin. Divê hemû jin xwe rêxistin bikin û tevlî piştevaniyê bibin.’
*Welîd ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê dayîka xwe wenda dike û bavê wî niha di destê çeteyan de girtiye. Welîdê ku xwe ji hovîtiya çeteyan rizgar dike û tevlî bapîrê xwe hewl dide xwe bighîne şervanên meclîsê pêl mayîna çeteyan dike û mayîn diteqe. Ji ber teqîna mayînê hîna li ser rûyê wî şopên birînê diyare. Welîd ku ligel temenê xwe yê biçûk ewqas êşên mezin hewandiye, bi rûkeniyek li hewirdorê xwe dinêre.
*Jina bi navê Kadriye Akinci li hember komploya Navnetewî ya di 15’ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye, bi lixwekirina cilên reş şermezar dike.
*Ji aliyê Meclîsa Jinan a Êzidî ve 3’ê Tebaxê wek ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinê’ hat îlan kirin û jin wê di 3’ê Tebaxê de çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê pêk bîne. Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Dîlek Adsan bang kiri û diyar kir ku ew hemû jinan dipên çalakiya bêdengiyê ya li Anitparka Amedê.
*Fermandarê BOG’ê Azîz Guler ku li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî piştî 59 rojan şûnde dan malbata wî. Piştî wî ji bo cenazeya şervana BOG’ê Eylem Ataş jî heman rewş hat jiyîn. Dayika Azîz Guler, Elîf Gulerê ji bo dayîna cenazeya Eylemê bang kir û got: “Ez dayikek dil bi êş dizanin ku malbata Eylemê çawa êşê dikişîne. Bese êdî payîna vê cenazeyê wijdan qebûl nake. Li dij ahlaq û hiqûqê ye.”
* Welatiyên Minbicê ji ber zilm û hovîtiyê DAIŞ'ê koçî cihên bi ewle dibin. Ji Meclîsa Minbicê ya Gel Xesûn Recep got ku wan hemû zehmetî bi rêxistinî derbaskirine û got bi taybet di warê pêşwazîkirina pêdiviyên xwe ên jiyanê ew bi rêxistinî tevgerîne. Xesûnê bi riya ajansê banga piştevaniyê li hemû saziyê navnetewî kir.
*Dayika Sîbel Çapraz a ku li Geverê bigulebarana ji wesayitên zirxi birîndarbûyî û bi wî halê birîndar hatî girtin, Xangul Çapraz diyar kir ku keça wê ji alîyê tendûrîstiyê ve zoriyê dikişîne û got: "Bila Sîbel ê bidin min ez ê birînên keça xwe derman bikim. Rewşa keça min nebaşe, nikare di girtîgehê de bimîne."