‘Bila hemû jin derdora xwe rêxistin bikin û tevlî tora piştevaniyê bibin’

09:05

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED -5 jin ji bo bajarên rastî êrîşên qirkirinê hatine hatin cem hev û tora piştevaniyê ava kirin. Jinan banga ‘em li dijî her jin û her ciwanên ku berxwe dan eyndarin. Divê hemû jin xwe rêxistin bikin û tevlî piştevaniyê bibin.’

Li Şirnex, Cizîr, Gever, Nisêbîn û Sûrê hêzên dewletê li dijî daxwazên rêveberiyên xweser yên gel, bi bombeyan êrîş pêk anîn. Gel li dijî hemû êrîşên dewletê polîtîkayên koçberkirinê vala derxistin û xaka xwe terk nekirin. Piştevaniya bi gel re jî hre diçe berdewam dike. 5 esnafên jin yên Amedê ji bo piştevaniyê hatin cem hev. Jin piştevaniya xwe xurt dikin. pereyên berhev dikin jî pê piştevaniya xwe ya bi gelê Sûr, Cizîr, Şirnex û Nisêbînê berfireh dikin.

'Em deyndarê gelin’

Jinên ku nexwestin navê xwe bidin got: “Em li vir reklamê nakin. Gelê me bi hovîtiyê re rû bi rû hat hiştin. Mal û canê wan çû. Em îro li malê xwe rehetin rudinin ew em deyndarê wanin. Mirovên ciwan canê xwe dan holê. Gelê me canê xwe da holê. Bila kes nebêje tiştek ji destê me nayê. Em deyndarê van ciwan û jinane.”

'Divê her jin tora piştevaniyê rêxistin bike’

Meryemê diyar kir ku bi jinan re hatine cem hev û tora piştevaniyê ya mezin ava kirine û got jin dikarin piştevaniyê mezin bikin û got: “Jin di her berxwedanê de rola pêşeng dilîze. Divê li dijî komkujiya li ser gelê Kurd, jin bi rihê yekitiyê bersiv bidin. Divê em jin hestiyariya xwe ti car winda nekin.Zîhniyeta serdest ya mêr li ser berjewendiyên xwe hatin vê rojê. Divê em berjewendiyên xwe bidin alî. Tiştên duh li Sûr, Gever, Şirnex, Nisêbînê hatin jiyîn sibê dikare li ber derê me pêk bê. Divê em piştevaniyê mezin bikin.”

Her wiha Sevî ya di tora piştevaniyê de cih digire jî got şerê ku berê hatibûn jiyîn wisa nêz hîs nekiribû û got yekem car hovîtiya şer li cihê ku runiştiye hîs kiriye. Sevgiyê bi lêv kir ku divê her kes piştgiriyê bide û jin pêşengiya vê torê bike.

Herî zêde hewcedarî bi bezê zarokan heye

Jinan bi pereyê ku berhevkirin, bezê zarokan, selpaka şil, xurek, alavên paqjiyê, rûn, zeytun û gelekên din girtin. Jinan got herî zêde hewcedarî bi bezê zarokan, xurekê heye.

(şa/hu)