Kadriyê 17 salin bi cilên reş komployê şermezar dike

09:08

JINHA

AMED – Jina bi navê Kadriye Akinci li hember komploya Navnetewî ya di 15’ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye, bi lixwekirina cilên reş şermezar dike.

Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullul Ocalan bi komployeke navnetewî hat girtin û radestî dewleta tirk hate kirin. Bi hezaran gelê kurd daketin qadan û komploya navnetewîn bi çalakiyan şermezar kirin. Li Amedê jina bi navê Kadriye Akinci jî ji bo Abdullah Ocalan ev 17 sal e bi lixwekirina cilên reş komplo şermezar dike. Kadriye dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re wiha tîne ziman “Heya Serokê me azad nebe ez ê kincê reş li xwe bikim. Eger dema ez bimirim û Serokê me azad nebe, bila kefenê min jî reş be”

‘Em bi Serokê xwe ve girêdayine’

Kadriyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha bahsa wê demê dike: “Dema ku min bihîst Serokê me hatiye girtin ez matmayî mam. Min bawer ne dikir ku Serokê me hatiye girtin. Baran dibariya. Ez di wê baranê de daketim qadê û qîr kir. Tu baweriya min ne dihat û ji bo me wek mirin bû. Ji ber ku em bi Serokê xwe ve girêdayine. Em ji serokê xwe gelek hes dikin û ew Rêberê me ye. Piştre min wek gelek jinan kincê reş li xwe kir û carek din kincê bireng ne da ber xwe.”

‘Tenê rengê kesk, sor û zer heye’

Kadriyê anî ziman ku 15’ê Sibatê ji bo wan roja reş e û ev tişt got: “Ne tenê 15’ê Sibatê heya ku Serokê me li Îmraliyê be hemû roj ji bo me reş e. Hemû daxwaz û miradê me azadiya Serokê me ye.”Kadriye tenê bi morîkên kesk, sor û zer ku li ser yazmeya reş daye tu rengên cuda dina kincê reş de tune ye.

‘Serokê me bi salan e dibin tecrîdê de ye’

Kadriyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji şermezar kir û wiha axivî: “ Serokê me bi salan e ku dibin tecrîdê de ye. Lê bi OHAL’ê re tu agahî jê nayê standin. Em ji bo jiyana wî bifikar in. Bila baş bê zanîn ku eger tiştek bi serê Serokê me bê em ê cihan xira bikin.”

(mm-ho/rc)