'Em hemû jinan dipên ‘çalakiya bêdengiyê’
09:10
JINHA
AMED – Ji aliyê Meclîsa Jinan a Êzidî ve 3’ê Tebaxê wek ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinê’ hat îlan kirin û jin wê di 3’ê Tebaxê de çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê pêk bîne. Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Dîlek Adsan bang kiri û diyar kir ku ew hemû jinan dipên çalakiya bêdengiyê ya li Anitparka Amedê.
3’ê Tebaxê salvegera komkujiya Şengalê ye û jinan piştî komkujiyê li Çiyayên Şengalê jiyanek nû ava kiribûn.Ji aliyê Meclîsa Jinan a Êzidî ve 3’ê Tebaxê wek ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinê’ hat îlan kirin.Endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Dîlek Adsanê got ew piştgiriyê didin bangê û got têkildarî vê de wê xebatan bimeşînin.
'Ji jinan destpêkirin û qirkirin pêk anîn’
Dîlekê got dema mirov li zîhniyeta dîktator, dijdemokratîk û otorîder dinêrin, mirov dibînin rola li jinê hatiye dayîn çawaye û got: “DAIŞ ya ji vê zîhniyetê ye jinê wek ganîmeta şer dibîne. Ji ber vê jî zîhniyeta çavsor destpêkê berê xwe dide jinan. dema civakek bê tinekirin, destpêkê ji jinan tê destpêkirin. Di hemû şeran de wisa ye. destpêkê ji jinan destpê dikin. Mirov vê ji zîhniyeta DAIŞ’ê dibînin. Lê jinên Şengalê tevî hemû tiştên neyînî berxwedan.”
'Em bûn şahidê têkoşîna wan’
Dîlekê wiha berdewam kir: “Ji şewitandina 19 jina bigirin heta, gotinên qirêj yên ji bo zarokên keç dibihîzin. Mînak dibêjin bi zarokek keç ya 5 salî re dikare bê zewicandin. Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li Şengalê bi hezaran kesî koç kr û 7 hezar û 500 kes hatin amadê. Yên hinekan keça wan, yên hinekan dê û bavê wan, yên hinekan hevjînên wan li wir mabûn. Di xebatên ku me bi wan re kir, travmaya ku jiyan derket holê. Em bûn şahidê têkoşîna jinên wan.”
‘Divê dengê jinan bê bihistin’
Dîlekê got çawa 1’ê Mijdarê wek Roja Cîhanê a Kobanê hatiye îlan kirin, divê 3’ê Tebaxê jî wek ‘Roja Piştevaniya bi Jinên Şengalê re’ bê qebûlkirin. Dîlekê anî ziman ku tişta ew dixwazin eve ku dengê jinan bê bihistin.
Dîlekê jib o çalakiya ku wê di 3’ê Tebaxê de pêk bê jî bang ki got saet di 11.00’an de li Anitparqê wê pêk bê.
(şa-bc/hu)