Ji dayika Azîz banga çalakiyê:Nedayîna cenazeyan wijdan qebûl nakin!
09:12
Nalîn Oztekîn/ JINHA
STENBOL-Fermandarê BOG’ê Azîz Guler ku li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî piştî 59 rojan şûnde dan malbata wî. Piştî wî ji bo cenazeya şervana BOG’ê Eylem Ataş jî heman rewş hat jiyîn. Dayika Azîz Guler, Elîf Gulerê ji bo dayîna cenazeya Eylemê bang kir û got: “Ez dayikek dil bi êş dizanin ku malbata Eylemê çawa êşê dikişîne. Bese êdî payîna vê cenazeyê wijdan qebûl nake. Li dij ahlaq û hiqûqê ye.”
Cenazeyê şervana BOG’ê Eylem Ataşê ev 31 rojin nadin malbata wê. Dayika Azîz Guler, Elîf Guler ku cenazeya kurê wê jî 59 rojan nedanê, axivî û wiha got: “Em li mala xwe runeniştin û me êşa xwe parve nekir. Em ji bo cenazeya xwe ketin rê. Bi Eylemê re em heman êşan dîsa dijîn. Me nexwest mirov êşa ku me kişandin ew bikişînin. Ev pêvajo xerabtir xuya dike. Ez bang dikim: serê wek diçe secdeyê, bihêlin bila Eylem bê.”
'Bila demildest Eylemê bînin’
Elîfê hatina cenazeyan girêdayê gotineke mirovane û wiha berdewam kir: “Pêvajoya kurê min Azîz gelek zehmet bû. her kesî têkoşîn da. Ez wek dayikekê dibêjim bila demildest Eylemê bînin. Dema bavê Eylemê dema hat vir ez heman tiştî dîsa dijîm. Evqas îşkence li cenazeyê nayê kirin. Ez wek dayikek bi êş, êşa malbata Eylemê baş dizanim. Bese êdî wijdan vê qebûl nakin. Ev li dij hiqûqê ye.”
'Ez hefteyê carek du caran diçim cem Azîz’
Elîfê bi lêv ki rku bila têkoşîna wan ji bo mirovan bibe deriyê hêviyê û got wan xwestiye dawî li vê bê hiqûqiyê bê lê dîsa jiyane. Elîfê got niha hefteyê carê du caran diçe ser gora Azîz.
'Azîz jiyana xwe da ser mirovahiyê’
Elîfê têkildarî hedefgirtina kurê xwe ya ji aliyê Samanyolu Tv ve jî wiha got: “Van zarokan çi kiribûn. Dizî kiribûn. Tecawiz kiribûn. An jî kes kuştibûn. Tenê di çalakiyek xwendekaran de pankart vekiribûn. Ez dibêjim xwezî kurekî min yê evqas bi hestyar nebûna. Belkî niha ligel min bûna. Azîz tiştekî xerab nekir. Wî hemû jiyana xwe da ser mirovahiyê.”
(ga-tm/hu)