Dayika Sîbel Çapraz: Rewşa keça min nebaşe

09:15

JINHA

COLEMÊRG - Dayika Sîbel Çapraz a ku li Geverê bigulebarana ji wesayitên zirxi birîndarbûyî û bi wî halê birîndar hatî girtin, Xangul Çapraz diyar kir ku keça wê ji alîyê tendûrîstiyê ve zoriyê dikişîne û got: "Bila Sîbel ê bidin min ez ê birînên keça xwe derman bikim. Rewşa keça min nebaşe, nikare di girtîgehê de bimîne."

Sibel Çapraz a ku li Geverê bi gulebarana ji wesayitên zirxî birîndarbûyî û paşê hat girtin li girtîgeha Tîpa R ya Menemena Îzmîrê tê girtin. 1. runiştina doza Sîbel li Geverê hat dîtin. Ji ber ku Sîbel nedikarî beşdarbibe li ser SEGBİS'ê tevlî dozêbû. Sîbel ê parastina xwe kir û got: "Ez ji aliyê tendûrîstiyê ve zor û zehmetîyê dikişînim. Hewceye ez niha li nexweşxanê de bûya û ez bereata xwe dixwazim." Lê heyeta dadgehê tenduristiya Sîbelê li berçavan negirtin û runiştina doza Sîbel taloqî 25'ê Cotmehê kirin. Dayika Sîbel ê, Xangûl bang li hemû sazî û welatiyan kirin ku xwedî li Sîbelê derbikevin.

'Rewşa keça min ne başe'

Dayika Sîbelê Xangûl li ser rewşa keça xwe wiha axivî: "Keça min 15 emelîyat derbas kirine. Hewceye serbest bê berdan. Dema ku ez çûm min keça xwe dît wê demê bêhalbû. Pêşiyê Sîbel li Girtîgeha Bakirkoyê di hat girtin, wê demê hevalên wê alîkariya wê dikirin û birînên wê derman dikirin. Piştî wê Sîbel surginî girtîgeha Tîpa R ya Menemena Îzmîrê kirin û li wê der ê halê wê ne başe. Hewceye Sîbel bê serbest kirin û bibin nexweşxanê. Ez dixwazim keça min bidin min û ez birînên keça xwe derman bikim. Gelo xweda yê wan tuneye. Çima wisa dikin. Em bang li hemû sazîyan dikin bila bêdeng nebin û alîkarî bidin Sîbelê."

'Hewceye ku Sîbel bê serbest kirin'

Birayê Sîbel ê Necîp Çapraz jî wiha qala birîndarbûna Sîbelê kir: "Sîbel 2015'an de hat birîndar kirin. Xwişka min welatiyek sivîle. Dema ku birîndar bûyî wê demê şer derket. Sîbel meraq dike û derket li ber deriyê malê, wê demê bi guleya polîsan birîndar dibe. Niha Sîbel tenê nikare birînên xwe derman bike. Derfetên wê tuneye. Sîbel ji ber daxuyaniyê hat girtin. 4 emeliyatên Sîbelê hene û hewceye ku bi lezgînî bê emeliyat kirin. Ji bo wê em bang li hemû welatiyên xwedî wijdan dikin bila alîkariya me bikin û ji bo Sîbelê bêdeng nemînin. Ji bo Sîbel serbest bê berdan."

(kom/zt)