Xewna hêvî û azadiyê
09:27
JINHA
COLEMÊRG - Zarokê Geverê yê di nava xirabeyan de razayî, ewqas ji dil raketiye weke li derdora wî tiştên çêbûyî ne rastî hemû beşek ji lîstokên wan ên zarokatiyê ne.
Zarokê Geverê yê li ber sîbera dîwarê mala xwe ya ji aliyê hêzên dewletê ve hatî xirakirin razayî kete ber objektîfa wênekêşa me. Zarok ji xerabî, pîsî, qirêj û zulma derdora xwe bêhay e weke li bin wî ne esfinca bê ru, textê pak ê razanê heye wiha ketiye xewê. Ev şêweyê razana zarok a li ber sîbera kavil jî berxwedan û xwedî derketina li axê nîşanî her kesê dide. Li bajarên Kurdistanê zarok jî bi listok, jiyan û heta şêweyê raketina xwe peyama berxwedanê didin her kesê.
Wêne: Hatice Kaya
(kom/zt)