Dayikên Aştî ya Rihayê: Divê her kes piştgirî bide xebatê înşakirina Geverê

09:29

JINHA

COLEMÊRG - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê bi heyetekê re hatin Geverê. Dayikên aştiyê aliyekê kilaman li ser Geverê dibêjin, li aliyê din jî bang li hemû gel ê kurd dikin ku ji bo ji nû ve avakirina Geverê piştgiriyê mezin bikin."

Ji bo ji nû ve avakirina navçeya Gevera Colemêrgê xebatkarên dildarên ku ji gelek deveran hatine xebatên xwe berdewam dikin. Ji bo piştgiriyê koma ji 12 kesan a Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê hatin Geverê. Dayikan ji bo ji nû ve avakirina Geverê bang li gelên Tirkiyê û Kurdistanê kirin da ku di xebatên înşayê de cih bigirin. Dayikên aştiyê di depoyan de xebatên çêkirina pakêtan dikin. Ji aliyekê dayik kilaman li ser biranînên Kurdistanê û Gevera rengîn dibêje ji aliyê din ve jî xebatên xwe yên alîkariyê berdewan dikin.

'Em ji bo înşakirinê hatin Gevere rengîn'

Dayika bi navê Selvî Oztunc a ku bi dengê xwe yê bilind kilaman li ser Geverê dibêje wiha dest bi axaftinê kir: "Em ji bo înşa kirina Geverê li ser navê dayikên aştiyê hatine. Em hatin me Gevera rengîn û rewşa wê dît. Hêzên dewletê êrîşî avahiyên welatiyan kirine, hemû xirakirine. Kurdan çi li Erdogan kiriye tanq û topên xwe li ser me ranake. Xwedê xwîna ciwanên me li erdê nahêle. Bese êdî bila dayikên me negirî. Em tu caran şer naxwazin. Em her tim dibêjin aştî. Em dayikên aştiyê ne. Erdogan berê di got, 'Em birane' ka biratiya wan. Heya dilopek xwîna me hebe, em ê li ber xwe bidin. Em kurd tu caran xelas nebin. Kurdê ku rêya şaş de jî bila çavên xwe vekin."

'Hemû polîtîkayê Erdoganin li ser axa me pêk tîne'

Dayika bi navê Hedle Ogur jî li ser rewşa Geverê wiha got: "Ev polîtîkayê Erdoganin, da ku bibe serok van polîtîkayên qirêj li ser axa kurdan pêk tîne. Destpêkê Kobanê, piştî wan jî konsepta şer de dest bi Cizîr, Sur, Nisêbin, Şirnex û Geverê kir. Em dibêjin Erdogan her çar parçê Kurdistanê yeke, tu caran jî hev naqedin. Em êşên van dayikan dijîn. Tiştê ku destê me de bê em ê ji bo Geverê bikin. Tenê em dikarin birînên yêk derman bikin."
Hedle bang li hemû kesê kir ku ji bo înşakirina Geverê bên cih ê xwe bigirin. Helde ji bo wan meleyên ku ji bo Erdogan heya serê sibê bang dike, li Geverê jî mizgeft û Kuran-i Kerim a di şewitîne jî got: "De bila bên mizgeftên Geverê jî bibînin."

'Bila hemû kes dest bidin hev ji bo Geverê'

Hevseroka Şaredariya DBP'ê ya navçeya Hewenga Rihayê Fatma Dogan jî li gel dayikên aştiyê ji bo piştevanîya welatiyên Geverê ji Rihayê hatiye. Fatma diyar kir ku divê her kes ji bo Geverê bi baldarî tevbigerin û wiha dom kir: "Gel ê me berxwedana xwe heya dawiyê mezin kirin, ew qas zor û zehmetî kişandin; em tu caran serî li hembarê wan natawînin. Dilê dayikên Geverê bi êşin, lê ewqas jî bi bawerî jiyan dikin. Avahiyên wan hilweşandine, lê nikarîne hêvî û baweriyên dilê dayikan tune bikin."
Fatma jî bang li hemû kesê kir ku ji bo ji nû ve avakirinê destê xwe bidin yêk û got: "Em wek hemû caran dest bidin yêk. Ez bawer dikim em ê asta herî mazin û serkeftin jî bidest bixin, serkeftin weke her demê ya gel ê kurde."

(kom/zt)