Rêzeçalakiya Rêxistinên Jinên Başûr
10:55
JINHA
SIlÊMANÎ - Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) bi beşdarbûna hejmarek rêxistinên jinan der barê bernameya çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiya 3'ê Tebaxa ya Şengalê civînek hate lidarxistin.
Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) duh êvarî bi beşdarbûna hejmarek rêxistinên jinan der barê bernameya çalakiyên ji bo şermezarkirina 3'ê Tebaxê roja komkujiya ser Şengalê civînek hate lidarxistin. Di civînê de bi dehan rêxistinên jinan amade bûn. Di cîvînê de biryar hate dayîn ku ji bo komkujiya 3'ê Tebaxa sala 2014'an de ser Şengalê pêk hatî û bi hezaran kes hatîn qetil kirin û hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatîn dîl girtin, di qada nevnetewî de weke jenosîd were naskirin û jinên dîl bên azadkirin, zextê li civaka navnetewî bêkirin.
Piştî civînê li ser navê rêxistinên beşdarî civînê bûne, Mamosta Telar Elî daxuyanî da çapemeniyê û got; "Roja 3'ê Texabê rojekî reşe ji bo Kurdan, bi taybet ji bo jinan, ji ber ku ewan di rêza yekem de maxdûrê vê komkujiyê ne. Ji ber vê yekê jî em weke hemû rêxistin, kesayetî û mamostayên zanîngehê bê cûdabûna fikrên bîrdozî, em ê desteyekê ava bikin, bi navê desteya Piştgiriya jinên Silêmanî, di Meclîsa Jinên Şengalê de."
Talarê diyar kir ku wê di roja 3'ê Tebaxê de rêze çalakiyan li dar bixin û wiha anî ziman; "Di roja 3'ê Tebaxê de, emê rêzeçalakiyan li der bixin. Lê di êvara komkujî pêk hatî de, li ber Parka Azadî çalakiyek berfireh em ê li dar bixin. Em ê di vê çalakiyê de belgeyan nîşan bidin. Piştre jî em ê pêşkêşî rayedarên peywendîdar bikin. Di civînê de me biryar daye di roja 4'ê Tebaxê de, hejmarek jin bi mebesta parvekirina êşê jinên Êzidî serdana Şengalê bikin. Her kesekî ku bixwaze dikare cihê xwe di nava vê serdanê de bigre."
Talarê herî dawî jî wiha got, "Di civînê de 3 komîsyon hatin avakirin. Komîsyonek erkê wê derxistina daxuyaniyê ye. Ji bo bigihe her kes, ol û aliyan. Komîsyona duyem, erkê wê ewe ku peywendî bi hemû rêxistin, aliyan û dezgehên çapemeniyê re çêke. Herwiha komîsyona sêyem jî erkê wê ewe ku hemû wan belgeyên yasayî kombike, ji bo em bikarin komkujiyê bidin naskirin. Mixabin heya niha jî vê saetê jî jinên Êzidî li bazarên welatan weke heyber pê bazirganiyê dikin. Lê cihê keyfxweşiyê ye ku niha beşek jin xwe perwerde dikin û xwe bi xwe di parêzin."
(bş/rc)