Fîgen Yuksekdag:Hêza ku darbeyan ji holê rake eniya demokratîke! - HEVPEYVÎN
11:04
Ceren Karlidag / JINHA
STENBOL- Fîgen Yuksekdag têkildarî pêvajoyê de axivî û her wiha ji bo hevdîtina lîderan ya li ser serokkomar li qesrê pêk hat û HDP nehat vexwendî kirin de wiha got: “Ev wêne ne yekitî, di esasa neteweperestiyê de cudakairye.” Fîgenê da zanîn ku got yekan hêza ku darbeyan ji holê rabike û hewcedariya gelên Tirkiyeyê bidê eniya demokratîke. Her wiha anî ziman ku di hawira kaosê de hêza ku hevsengiyê dide qezenckirin jî , hêza têkoşîna yekbûyî ya jinane.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdagê piştî hewldana darbeyê pêvajoya destpêkir û geşedanên dawî ji ajansa me re nirxand. Fîgenê bang li aliyê bi bernameya neteweyî ya eniyê ya nû a serokkomar Erdogan û AKP’ê tên tasfkirinê jî kir û balkişand ser rola ku jin di vê pêvajoyê de bilîze û got divê bi yekitiya jinên demokratîk a mezin ev pêvajo bê meşandin.
*Piştî hewldana darbeyê malbat û parêzerên Abdullah Ocalan dibêjin hevdîtin nayê kirin. Di vê kaosê de çiha rola bi bandor ya di siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn de tê piştguhkirin?
Tecrîsa li ser birêz Ocalan di nokteyek krîkteye. Ji xwe berê jî tecrîd pirsgirêk bû darbe jî bû sedem. Desthilatdariya siyasî li şûna ku pirsgirêkê çarese
re bike krîzê kûr dike û hewldanên xwe yên dibin sedema provokatîfan berdewam dike. Ger desthilatdariya siyasî di li dijî darbeyê de zelal be, divê demildest dawî li tecrîdê bîne. Heta tecrîd bi dawî nebe, wê şer û kaos ji holê ranebe.
*Li Beştepeyê bi pêşengiya serokkomar sê lîderên partiyan hatin cem hev û hinek aliyan wek ‘wêneyê demokrasiyê’ nirxand. Di wêne HDP tinebû. Hun çawa dinirxînin?
Ji wêne re gotin demokrasî û lihevkirin. Lê HDP tinebû. Ji ber vê ew nabe wêneyê demokrasiyê. Di wêne de jin, gelê Kurd, Elewî, civan, kedkar tinebûn. Ji ber HDP li dijî yekparêziyê, piraniyê diparêze, ji ber mafê gelan diparêze, di wî wêneyê de tinebû. Ji ber vê di siyasetê de alî zêdetir zelal bûn. Me ti carî negotiye em naçin Qesrê. Yên gotin ‘yên biçin qesrê berdoşin’ çûn Qesrê. Bi kê re ji bo çi li hevkirin? Lihvekirin ne tiştekî xerabe, lê ji bo çi lihevkirine, ew girînge.
*Eniya neteweyî ya di dema hikûmeta 41. de ji aliyê Suleyman Demîrel, Necmetîn Erbakan û Alparslan Turkeş ve ha tavakirin, dikare dîsa ji aliyê MHP+CHP û AKP’ê ve bê avakirin?
Hemû eniyên neteweyî di dîrokê de bi karasetan encam bûye. Li Tirkiyeyê du eniyên neteweyî hatine jiyîn û ev tifaqên serdest yên di dema koasê de ketine dewreyê. Li pêş van eniyan darbe hene, li pişt wan jî hene. Îro jî eniya neteweyî heman rolê dilîze. Yanî di nava darbeyê de tên cem hev. Di esasê de ev saleke eniya neteweyî ava bibû. MHP, AKP û qesrê bi hev re eniya neteweyî ava kir. Piştre jî CHP beşdar bû.Çawa ku eniyên din encam neda wê ev jî nede. Dixwazin dewleta rizyayî xilas bikin. Ev jî mixabin tenê bi demokrasiyê pêkane.
*Ji bo serokkomar Erdogan dîsa vegere maseya çareseriyê operasyonê hêmayê tên kirin. Ger mase bê avakirin wê HDP kîjan rê bimeşîne?
Di van şertan de di asta avabûna maseyê de wê derkevin û bêjin ‘pêvajoya çareseriyê FETO’yiyan’ xera kiriye. Mumkune ku maseyek bê avkirin. Dema mirov li nêzîkatiya desthilatdariyê dinêrin, pozîsyoneke bi hêvî tine. Niha desthilatdariya siyasî nêzî vê nabe. Ew dibêje ezê bi tasfiyeyê pirsgirêkê çareser bikim. Dema borî têk çûn.
Di nava van şertan de avabûna vê maseyê; ji bo çareseriya demokratîk ya pergala Tirkiyeyê, veguhertina diyalogê, di mijara derketina pêş a muzakereyê de divê em bi israr bin. Pozîsyona partiya me eve. Her wiha divê di bin bana meclîs û partiyên siyasî de ekîbek diyalogê bê avakirin û tecrîda li ser Ocalan bê guhertin.
*Berat Albayrak di daxuyaniyek xwe de got dikare dosyaya Roboskê dîsa bê lêkolînkirin û di pêvajoya dawî de sûcên ku hatine kirin berpirsê wê cemaat tê nîşan dan. Hun vê çawa dibînin?
Ev bê samimiyet bûne. Ev ji bo sûcên xwe veşêrin wisa dikin. bawerî wisa nabe. Her desthilatdarî dikare sûc dbike lê feraseteke ku desthilatdariyeke di sûcê de israr bike tine. Tirkiye di nav evqas belade ye. Lê desthilatdarî nabêje min li ku sûc kiriye. Dema komkujiya Roboskê bû, hun desthilatdarbûn, hun serokwezîr bûn. We komkujî parast. We serê darazê veşart. Tiştên we li Roboskiyan nekir nema. Partiyeke ku nebêje me şaşî kiriye, baweriyê jî nake.
*Destnedana parlamenteran rabû û tayînkirina kayyuman a ji bo şaredariyan DBP’ê di rojevê d eye. Pêkanînên ku îradeya gelê Kurd tine dike pêk tên û siayseta demokratîk nayê pêkanîn. Ev hemû bandor li ser pêk hatina darbeyê bi bandor bûn gelo?
Rojek beriya darbeyê qanûna zirxî ya destnedana leşkeran hat erêkirin. Roja din darbe hat jiyîn. Beriya wê jî qanûna destnedan radikir, hat erêkirin. AKP’ê, destnedana kesên li dijî wan siyasetê dikin rakir û destnedan anî ji leşkerên ku xizmetê ji wan re dikin. AKP dibêje yên wek leşkerên min tevbigire wê destnedan ji bo wan bê û yên li dijî mine jî destnedan tine. Mixabin ew leşker ne ji sûcên şer, ji sûcê darbeyê tên darizandin. desthilatdarî di darizandina dadgeha sûcên şer ya navneteweyî de wê bêjin ‘na me nekiriye darbekarna kiriye’. Lê em bi vê bawer nakin. Wan bi her kesî re sûc kirin. Bi FETO’yiyan re sû ckirin. Heta ku di siyaseta demokratîk de îstîkrar neyê bidestxistin wê darbe her tim hebin.
*Li qadên rêveberiyên xweser komkujiyên mezin çêbûn. Paradîgmaya we ya Tirkiyeya demokratîk û Tirkiyebûnê çibû?
Rojên bi êş bûn. Bi mehan me got ger hun îşkenceyê li vî gelî bikin wê êşa wê ji we derkeve. Me got ti tişt wê ne wek berê be. Lê wan piştguh kir. 15’ê Tebaxê divê bihata. Bajarên Kurdan di bin dorpêçê de bûn. Evqas hilweşîn û travmaya li bajarên Kurd deregn hat bajarên Tirkiyeyê. Li bajarên Tirkiyeyê piştevanî pêk bihat w ê pêşî li darbeyê bihata girtin. Ez dîsa dibêjim, em dereng nemane. Belê gelê Kurd birînên xwe dikewîne, berxwe dide.
*Niha gelek kes li dijî darbeyê dibêjin demokrasî. Li aliyê din çanda lînç û binpêkirina mafan pêk tê. Gelê niha li kolanê demokrasiyek çawa dixwaze?
Li Tirkiyeyê hişmendî û çandek demokrasiyê ava nebûye. Girseya derdikeve kolanê wek girseyek bi hişmend nayê dîtin. Ev girse li dij darbeyê ye. Dijberbûn pîvanek girîng ya demokratîkbûnê ye lê di heman demê de divê li dijî her cureyê darbeyê be. Ji ber vê refleksa dijberbûna darbeyê ya girseya daketiye kolanan xurt û girînge lê ji bo demokratbûnê û li dijî darbey sivîl têr nake.
*Girseya di navbera darbe û dîktatoriyê de maye divê xeteke têkoşînê ya çawa pêş bîne?
Êdî ji bo yekbûnê dema winda bike tine. Kesên li dij darbeyê divê serbixwe û bi hêza xwe ya xweser tevbigerin. Di vê pêvajoyê de divê bi hêza xwe pir bawer bikin. Aliyên cuda wê gelên me li xwe zêde bikin. AKP û qesrê tirs afirandiye û bi îdiaya dij darbeyê aliyên cuda dike kole. CHP ûMHP jî li pey tiştekî tine. Tişta ku nekarî bikin ev ku kesên demokrasiyê diparêzin bînin cem hev. Wê hêza demokrasiyê ya gelê me parçe bikin û bê bandor bihêlin. Ji ber vê hişê hêzên demokrasiyê hişyar bin.
*Hewldana darbeyê bandorek çawa li ser jinan kir?
Li dijî jinan operasyon tasfiyekirinê hatin meşandin. Jinên Kurd û jinên siyasetmedar yên Kurd hedef hatin girtin. Ne tenê li dijî nasnameya şoreşger, li dijî ya zayendî jî êrîş hebûn. Van êrîşan berxwedan Kurd ji hêzê nexist û berovajî vê berxwedana jinê derxist holê. Li bajarên Tirkiyeyê dema hewldana darbeyê çêbû jin bê rêxistibûn û ji ber vê jî xwe di nava hawira tirs û fikarê de dîtin. Jinan di vê pêvajoyê de negotin ew li dij darbeyê ne jî. Lê jin darbeyê naxwazin. Ji sedî 90 Tirkiyeyê darbeyê naxwaze. Lê ji ber komên çavsor yên li kolanê ji sedî 90 derneketin kolanê.
*Li şûna ku çanda tecawizê bê tinekirin rêbaza hadima kîmyewî hat erêkirin. ‘hadimkirin’ tê wateya rêbazên şerîatê? Hun ji bo vê çi dibêjin?
Ez vê mereq dikim, ji bo darbekaran darvekriin, ji bo tecawizkaran hadim. Gelo wê ji bo dizan jî dest bê jêkirin? Ger li ser rêbazên şertîatê bê sekinandin wê li dizan çi bikin? Darvekirin, hadimkirim ji derveyê serdemê maye û axaftina vê jî şaşe. Tiştên ku şaşe bê axaftin kirin qanûn. Tecawizê tenê wek meselek normal dibînin. Tecawiz tenê wek birçîbûna zayendî ya mêr divê neyê dîtin. Tecawiz, siyasete, polîtîke û dewlete! Heta ji bo tecawizkaran her tim polîtîkaya bêcezabûnê şopandin. Bêguman divê ceza bên zêkirin, lê rêbazeke ku hemû bedenê hedef dike nayê qebûlkirin. Ji bo me prensîbên sereke hene. Li wê qesrê em tinene! Em li dijî darbeyê ne, lê dijî îşkenceyê ne jî. Prensîba me ji van cuda dike eve.
(ga/hu)