'Amadekariyên me yên meşa Şengalê qediyane'
12:33
Pakîza Xelîl- Delîla Axîn/JINHA
ŞENGAL - Ji Komiteya Amadekara Meşa Şengalê Besê Xidir di derbarê amadekariyên meşê de axivî û banga tevlîbûna çalakiyan li hemû jinan kir.
Ji 2. salvegera fermana 3 Tebaxê re çend roj mane. Jinên Êzîdî amadekariya çalakiyên ji bo şermezar kirina Fermana 74'an dikin. Girêdayî amadekariya salvegera fermanê Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Şengalê û endama Komita Amadekar a Meşa Şengalê ya 3'ê yê Tebaxê Besê Xidir axivi û amadekariyên xwe nirxand.
Besê Xidir diyar kir ku amadekariyên wan ên meşa 3'ê yê Tebaxê ber qedandinê ne û wiha domand: "Barî 3'ê yê Tebaxê me kombûnê xwe çêkirin, di kombunê de ji bo salvegera komkujiyê me pêşiniyar girtin. Em wek jinên Êzîdî di vê rojê de nikarin li mala xwe runin. Divê hemu Êzîdî taybet jinên Êzîdî di vê rojê de derkevin kolanan. Meşan bikin, çalakiyan lidarbixin, bila bêdeng neminin. Ji ber ku ev ferman herî zêde li ser jinanbû. Li çiyayê Şengalê di 2 ê Tebaxê de wê meşa ciwanan bê lidarxistin. Ji Qampa Newroz heya hemu Êzîdxanê ciwan wê kombibin. Di 3'ê yê Tebaxê de jî wê meşekî bigirseyî bêçêkirin. Hemû Êzîdiyên çiyayê Şengalê wê tevlî vê meşê bibin. Emê seat 9'ê dest bimeşa xwe bikin. Emê ji Kolka heya Serdeştê bimeşin. Di meşa me de wê wênayên şehîdan, êsîrên me yên di destê DAIŞ'ê de, wênayên fermanê bêne rakirin. Hemu kesên ku dibêjin em fermanê bîrnakin divê tiştek bikin. Kesên ku xwedî Êzdatiya xwe dixwazin derbikevin bila werin divê meşê de em hemu Êzîdî bibin yek deng û dengê xwe bigehênin cihanê."
'Heya tolhildana jinên dîlgirtî runiştin ji bo me herame'
Besê banga tevlîbûna çalakiyên ji bo fermanê li hemû jinan kir û wiha berdewam kir: "Ev ferman bi serê me de hat, lê ev êşêşa hemu jinan e. Divê hemu jinên cihanê di 3'ê yê Tebaxê de çalakiyan bikin. Em bang li jinên demokrat û aşîtî xwazan dikin bila 3'ê yê Tebaxê êşa me parvebikin. Em wek jinên Êzîdî piştî ewqas êş hatin dîtin ticaran nasekinin. Heya tola wan keç û jinên êsîr ranekin runiştin ji me re heram e. Em heya dawiya emrê xwe pey doza xwe ne."
Besê ji bo Êzidiyan jî wiha got: "Pêwîst e her mirovê Êzidî di vê rojê de meşan çêbikin û vê rojê bibîrbînin. Ne Êzidî bitenê heçî mirovê aştîxwaz û xêrxwez be divê di vê rojê de bêdeng nemine. Em jî wek jinên Çiyayê Şengalê heta dilopak xwîn di canê me de hebe em dev ji doza xwe bernadin heta em dayîk û xuşkên xwe rizgar nekin. Cardin ez bang li miletê me yê ku niha li Başurê Kurdistanê di qampan de dimînin dikim ku bila wê rojê werin li ser axa xwe têkoşîn bikin."
(zt)