'Bila tundiya li ser rojnemegerên Nisêbînê bi dawî bibe'
12:56
JINHA
MÊRDÎN- Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê der barê binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran piştî rakirina 'qedexeya derketina derve' pêk hatine şermezar kir û aşkera kir ku ev zextên li dijî rojnamegeran pêk tên li dijî rêgezên makeqanun û peymanên navneteweyî ne.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê bi daxuyaniyekî zext û pêkûtiyên li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî rojnamegerên ku li ser peywîra xwe bûn pêk hatin şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnamegerên li ser peywîra xwe bi hincetên bêbingeh hatin girtin, mafê agahîgirtina raya giştî tê binpêkirin û ev li dijî azadiya remanê hat dîtin.
Mafê ragihandinê hat binpêkirin
Di daxuyaniyê de peymanên navneteweyî û mafên di makeqanûnê de hatin bi bîr xistin û hat gotin ku mafên ji bo kedkarên çapemeniyê hatine dayîn, hatine binpêkirin û ev tişt hat gotin: "Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Selamî Aslan û Mehmet Siddik Damar, nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Esra Aydin û Ceylan Eraslan dema li Nisêbînê tiştên dihatin jiyan kirin ji bo bên zanîn belge dikirin, bi awayekî fîlî hatin binçavkirin û mafên wanên agahî girtinê hatiye binpêkirin. Ev bi serê xwe binçavkirina bêyî girtek û dijî azadiya kesayetiyê ye."
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê li dijî qada kedkarên çapemeniyê mudaxale neyê kirin û di heman demê de ji bo karên xwe bikin rewşên asayî bên avakirin.
(kom/rc)