ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Colemêrgê bertekên xwe di derbarê tecrîtê de anîn ziman û diyar kirin ku divê bi lez tecrita li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.

* Ji xizmê girtiyan Şukran Erol ku bertek nîşanê qedexeya hevdîtina girtiyên siyasî ya Wezareta Dadê daye, da û got: “Ev pêkanînên bi vê terzê ya li dijî girtiyên fikr û ramanê nêzîkatiya li dijî feraseta aştî û azadiyê ye. Hevdîtina girtiyekê ya bi malbata wê re wê zafiyek ewlehiyê ya çawa ava bike?”

*Zarokên ji Rihayê berê xwe dan Geverê û diyar kirin ku armanca wan ew e ji bo zarokên Geverê bibin alîkar û hevaltiyek xweşik li gel wan derbas bikin.

*Aysun Işik û Sîbel Işik li Taxa Karşiyaka cihê dirunê vekirine, kevneşopiya kiras-fistanan didin jiyandin.

* Bi nêzbûna salvegera komkujiya Şengalê ya 3 yê Tebaxê re em bun şahidê berxwedana jinên Êzidiya roj bi roj mezin dibe. Jinên Êzidiyên ku ji Nasrayan heya Bêrîvanan kevneşopiya berxwedanê mezin dikin, soza rakirina tola jinên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatîn girtin û qetilkirin dane.

* Parêzera OHD’ê Ceren Şîmşekê diyar kir ku dadgeh bi gubanbar û îfadeyên xapînok, têkildarî jinan de biryarên nebaş didin û ji ber cezayên tên dayîn jî şîdet û serdestiya li ser jinê bi awayekî sîstematîk zêde dibe. Cerenê diyar kir ku biryarên ku dadgeh dikin rewşa zîhniyeta serdest ya mêr ya derbasî kaxizan bûye ye.

*Li Nisêbînê di taxên berxwedanê de gelek malbat bi ronî netemrînê û çalakiya deng derxistinê piştgiriyek mezin dan berxwedanê.

* Li Şirnexê bi qedexeya derketina derve re gel li derdora bajar kon vedan. Hat diyar kirin ku zor û zehmetiya jiyanê herî zêde jin dikişînin û banga lezgîn hat kirin ku divê demildest hewcedariyên jinan bê çareserkirin.

*Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re demildest dest pê bikin û gotin: “Li rêberê mîlyonan tecrîd pêk tê. Em bi fikarin. Divê demildest hevdîtin pêk bên. Em tecrîdê qebûl nakin. Ji bo ev tecrîd bê şikandin çi ji destê me bê emê bikin.”

*Ruken Fîdan ya 19 salî di baskên sporê yê wekê Muay thaî û MMA de kupa û madalya qezenc kirin û di bû şampiyona cîhanê. Rukena ku bi veşarî diçû antremanan, bi veşarî diçe yekem maçên xwe yên li Enqerê û qezenc dike. Xeyalên Rukena xwe ispat kiriye mezin dibe.