'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me jinan e'

09:02

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê bertekên xwe di derbarê tecrîtê de anîn ziman û diyar kirin ku divê bi lez tecrita li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.

Piştî ku li Tirkiyê hewldana darbeya leşkerî ket dewreyê heya niha ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu agahî nayên dest girtin. Tecrît giran kirine serlêdanên malbat û parezeran jî tên redkirin. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî vê helwesta hikumetê dan û gotin ku divê ev tecrit bi lez bê rakirin.

Jina bi navê Gûlîzar Demîr diyar kir ku divê bi lez destûr bidin ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û wiha axivi; "Hikumet dîsa serlêdanên lîstikan dike. Hikumet jî baş dizane ku ger çareserî bê kirin ewê bi saya Abdullah Ocalan çê bibe. Girankirina tecrîtê tê wateya hikumet me gelê kurd ceza diek, ev nayê qebûl kirin. Divê herkes li dijî vê bêmafiyê bisekine. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Aramî tenê bi saya Rêberê me dê bê Tirkiyê. Azadiya Rêberê me çiqas nêz be azadiya gelê kurd jî dê ewqas nêz be, bila ev tecrît bi lez bê rakirin. Em tecrita li ser Rêberê xwe şermezar dikin."

'Bê Rêberê me çareserî ne gengaze'

Esmer Koç jî anî ziman ku tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ihlalkirina mafê mirovahiyê ye û wiha berdewam kir: "Ger hikumet bixwaze aşitî bê vî welatî divê Serokê me azad bike. Azadî û çareserî bê Rêberê Apo ne gengaze. Divê tu kes vê tecrita li ser Serokê me qebûl neke. Em dixwazin aşitiyek bi destê Serokê me bê, ji ber ku di aşitiyê de herî zêde Rêberê me bi biladarî tevdigere. Hikumet û herkes bila vê yekê bizane em her tim aligerên aşitiyê ne azadiyê ne. Lê hikumet bi girankirina tecrita ser Serokê me gelê kurd nas nake. Divê bi lez ev tecrît bê rakirin. Ger wiha neke dê gelek kuştin û mirin çê bibin. Ji ber ku azadiya Rêberê me Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e."

'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'

Fatma Turan jî dest nişanî azadiya Abdullah Ocalan kir û wiha dom kir: "Niha çawa Serokwezîrê Tirkan azade divê Serokê me jî wisa azad be, hikumet bi van kirinan nikare hêza gelê kurd xilas bike. Ev tecrît nayê qebûl kirin, heya ku serokê me azad dibe emê li berxwe bidin. Ew tecrît niha li ser gelê kurde, em niha di tecrîtê dene, divê her kurd bi vê zanabûnê tevbigere. Em tu agahiyan ji Serokê xwe nagirin. Divê Hikumet bi lez destûr bide ku bi Rêberê me Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em vê yekê qebûl nakin, ev hebûna gelê kurde. Divê hêzên navnetewî vê destûrê nedin hikumeta AKP'ê û bila vê tecrita li ser Rêberê me qebûl nekin. Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye."

(zt)