Di berxwedana Nisêbînê de ronî netemîrî

09:11

JINHA

MÊRDÎN- Li Nisêbînê di taxên berxwedanê de gelek malbat bi ronî netemrînê û çalakiya deng derxistinê piştgiriyek mezin dan berxwedanê.

Li navçeya Nîsêbîna Mêrdînê di 14’ê adarê de qedexeya derketina qolanan hate destpêkirin û qedexe heya niha li gelek taxên Nîsêbînê berdewam dike. Gelê Nisêbînê ligel hemû êrîş û zextan mal û taxên xwe terknekirin û berxwedana xwe berdewam kirin. Di 25’ê tebaxê de li Nisêbînê bi beşek qedexe rabû û talankirina navçeyê derket ser ruyê rojê. Her çi qas qedexe rabûbe jî navçe bi têlan hate dorpêçkirin û destûr nayê dayin ku kes bikeve taxên lê şer çêbûye.Welatiyên ku malên wan hatine xirakirin diyar kirin ku her çi qas bajar xira bibe jî ew tu çarî dev ji malên xwe bernadin û terkî nakin.

'Dîsa ez ji mala xwe derneketim’

Fatîme Ertaş a ku li taxa Devrîm jiyan dike yek ji wan jinan e ku terkî navçeyê nekiriye. Fatîme wiha bahsa têkoşina xwe ya bi mahan kir: “Dema ku qedexe hate destpêkirin ez bi biryarekî mezin ji malê xwe derneketim. Lê polîsan min ji mala min zorê derxist. Ez tenê 20 roj ji mala xwe dur mam. Ji ber dengê top û tangan me nikarî ji malên xwe derketana."

Fatîmeyê diyar kir ku li Nisêbînê 8 caran qedexeya derketina kolana hat îlan kirin û wiha berdewam kir: “Dema ez bi tenê mam polîs hatin min ji malê bi zorê derxistim. Carna jî dema êvara roniya malê vêxistî bû polîs dixwest ku em roniyê vêmirênin. Dewletê em bi zorê ji malên me derxistin. Piştî ku ez 20 rojan ji mala xwe dûr mam, nema sebrê min hat ez carêk din vegêriyam mala xwe. Ji dengê topan êdî guhe me kerr bûbû û em bi hev re ne di axivîn. Her tim parçêyên bombeyên diavêtin li şanêşîna me diketin. Gelek caran jî min wan parçeyan diveşart. Hêzên dewletê malên ku saxlam mayîn jî bi teng û topan hilweşandin û me nikarîbû di paceyê de li derve binêriya. Dewlet gelek tadê li gelê Nisêbinê kir. Ev zilm nayê jibir kirin."

Fatîme di dawiyê de got ku heya ew li taxan bûn bi vekirin û deng vedanê piştgirî dane berxwedanê,

(dt/ho/rc)