'Li Şirnexê divê hewcedariyên jinan lezgîn bên çareserkirin’
09:12
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê bi qedexeya derketina derve re gel li derdora bajar kon vedan. Hat diyar kirin ku zor û zehmetiya jiyanê herî zêde jin dikişînin û banga lezgîn hat kirin ku divê demildest hewcedariyên jinan bê çareserkirin.
Li Şirnexê piştî qedexeya derketina kolanê gel li derdora bajar kon vedan û jiyana xwe berdewam dikin. Ji bo gelê Şirnexê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava alîkariya xurek û cil û bergan kirin û berdewam dikin. Ligel belavkirina xurekê, hewcedariyên jinan yên li konan dijîn gelek cidî ne. Xebatkara navenda Jinan a Zahîde ya Şaredariya Şirnexê Eda Bazencîr diyar kir ku jin pirsgirêkên cidî dijîn û wiha got: “Ev du mehe em li konan xebatên tespîtê dikin. Em herî zêde jî di hewcedariyên jinan yên xweser de zehmetiyan dikişînin.”
'Divê kontrola tenduristiyê bê kirin’
Edayê diyar kir ku li konan pirsgirêkên tenduristiyê rû dane û gotin divê demildest kontrola tenduristiyê ya lezgîn bê kirin û got: “Ev du mehe em li vê qadê xebatên tespîtê dikin û lîsteya xurek û hewcedariyan amade dikin. destpêkê hewcedarî bi xurekê hebû. Ji ser Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava alîkariyên hatin me belav kirin. Li van konan pirsgirêka din jî ya tenduristiyê bû. Li van deran pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê tên jiyîn. Bi taybet bi jin û zarokan re nexewşiyên enfeksiyonel û nexweşiyên jinan dertên holê. Ji ber vê divê gelê li vir di bin kontrola tenduristiyê de derbas bibin.”
'Pedên jinan û bincilk hewcene’
Edayê bi lêv kir ku barê giran li ser milê jinane û wiha got: “Bi taybet hewcedariyên jinan yên xweser hene. Şert û mercên jiyana konan gelek zehmete. Bi taybet malbatên qelebalix zehmetire. Bi vê re hewcedariyên xweser yên jinan dertên holê. Me hewcedariyên jinan tespîtkirin. Hewcedarî bi pedên jinan û bincilkan hene. Di vê pêvajoyê de jin hemû cilan bi destan dişon. Makîneyên cilşoyê jî pêwistin.”
Edayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me ev hewcedarî tespît kirin. Me fikirî ku kampanyayekê bidin destpêkirin. Bi taybet ji cilşoyê. Em plan dikin ku li cihên malbatên qelebalix hene ava bikin û bi awayekî hevpar bê bikaranîn. Lê ev tenê bi şaredariyan nabe. Derfetên komelaya Rojava jî têr nake. Ji ber vê em banga piştevaniyê dikin. Ji her aliyê piştevanî hebe.”
(aı\hu)