Dayikên Aştiyê: Divê rêberê milyonan neyê tecrîd kirin
09:14
JINHA
ÊLIH –Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re demildest dest pê bikin û gotin: “Li rêberê mîlyonan tecrîd pêk tê. Em bi fikarin. Divê demildest hevdîtin pêk bên. Em tecrîdê qebûl nakin. Ji bo ev tecrîd bê şikandin çi ji destê me bê emê bikin.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 5 sale bi parêzerên xwe re û ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî bi heyeta îmraliyê û malbat xwe re dikare hevdîtinê bike. Piştî hewldana darbeyê tecrîd girantir bû. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê biryar da ku Abdullah Ocalan û girtiyên din di pêvajoya OHAL’ê de nekarin hevdîtinan pêk bînin, her wiha mafên telefon, nivîsandinê qedexe kirine. Fikarên gelê Kurd her diçe zêde dibin û li qadan ji bo hevdîtinan bang tê kirin.
Endamen Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê diyar kirin ku ew ji ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan bi fikarin û gotin divê hevdîtin dîsa destpê bikin.
'Li Rêberê mîlyonan tecrîd pêk tê’
Ji dayikên Aştiyê Sultan Azboy tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Em bi fikarin. Piştî darbeyê me ti agahî negirtiye. Divê ev astengî rabin û demildest hevdîtin destpê bikin. Rêberê mîlyonan Kurdiye. Ev tecrîd ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin. Em wek dayikên Êlihê bang li hemû jin û daikan dikin ku li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”
'Em fikarin, divê demildest hevdîtin bê destpêkirin’
Sultanê bertek nîşanê qedexeya ku ev saleke berdewam dike da û got: “Em heta bijîn wê li gel serokatiya xwe bin. Em bi fikarin divê demildest hevdîtin pêk bên. Divê mîlyon rabin û xwedî li serokatiya xwe derkevin. Rêberê me ji bo gelê xwe û gelan kedek mezin da. Bi taybet jî ji bo jinan. em tecrîdê qebûl nakin. Çi ji destê me bê emê bikin.”
'Yekan rêya aştiyê hevdîtina bi Ocalan re ye’
Ji dayikên Aştiyê Maşallah Kaya jî got: “Em dixwazin ku CPT ya ku Ocalan re hevdîtin kiriye demildest daxuyaniyekê bide. Her wiha daxwaza me eve ku CPT hevdîtinên xwe bi Ocalan re berdewam bike û têkildarî tenduristiya wî de agahiyan bide. Yekan rêya aştiyeke mayîn de hevdîtinên bi Ocalan re ne.”
‘Gelê Kurd bi fikare’
Nuran Seçkînê jî got divê demildest mafê agahîgirtinê pêk bê û got: “Em dixwazin ji Ocalan agahiyê bigirin. Gelê me û malbata Ocalan piştî hewldana darbeyê ji tenduristiya Ocalan bi fikarin. Divê demidlest hevdîtin destpê bikin.”
(za/hu)