'Eylemê, ji bo cenazeya Azîz çi ji destê wê hat kir, niha dora me ye’

10:37

JINHA

ÎZMÎR- Endama BOG’ê Eylem Ataş (Cemre Heval) ku di pêngava azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê bi hincetên cuda li sînor tê payîn. Tevî hemû hewldanên malbat û hevalên wê cenaze nehat dayîn. Serokatiya Partiya Şoreşger ya Yekbûyî ya Îzmîrê Hazal Elçîn Yanar got: “Çawa ku wê ji bo hatina cenazeya Azîz çi ji destê wê hat kir, emê jî ji bo hevala Cemre bikin.”

Şervana BOG’ê Eylem Ataş di pêngava azadkirina Mînbîcê de di 27’ê Hezîrana 2016’an de di pevçûna bi çeteyên DAIŞ’ê re jiyana xwe ji desta. Cenazeyê Eylemê hîna nedane malbatê. Tevî hemû serlêdanên malbatê bi hincetên cûda cenaze nayê dayîn. Ji bo Eylemê li ser malpera change.org kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Ligel malbatê hevalên wê jî ji bo girtina cenazeyê heldan. Serokatiya Partiya Şoreşger a Yekbûyî ya Îzmîrê (BDP) Hazal Elçîn Yanarê jî got roja hevala Cemre Hevalê jiyana xwe ji dest da me xwest em daxuyaniyek bidin çapemeniyê lê polîsan mudaxale kir. Hazalê wiha got: “Piştî Eylem Ataş şehîd ket li her derê bi awayekî hevdem daxuyanî û protesto pêk hatin. Me jî wê li Cadeya Kibris Şehîdlerî ya Îzmîrê pêk bianiya. Lê polîs mudaxale kir û 19 kes hatin binçavkirin. Me got bîranîna Eylem Ataşê ne sûce. Lê tevî vê gotin hildana wêneyan ne cih de ye. Me şeva xwe li TEM’ê derbaskir.”

'Her tim ala wê destê wê de bû û baz dida qadan’

Hazalê diyar kir ku Eylem jî wek hevalên din xwesetiye ku têkoşîna xwe bide aliyê din yê sînor û got: “Dema li Tirkiyeyê bû jî di salên lîseyê de di DEV-LÎS’ê de têkoşîn dabû. Her tim ala wê di destê wê de di eniya pêş de cih digirt. Têkoşîna xwe derbasî aliyê din yê sînor kir. Hevala Eylem di têkoşîna tevgera azadiya Kurd de jî ala enternasyonal hildaye û navê rêhevalê me Heval ku şehîd ketiye jî girt. Eylem di pevçûna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê ji 28’ê Hezîranê heta niha nayê dayîn.”

'Emê cenazeyê wê bînin’

Hazalê balkişand ser pêvajoya serlêdanê û got: “Serlêdanên malbat û Partiya Şoreşger bi awayekî devkî hatin redkirin. Ji daxwaznameya yekemîn re gotin winda bûye. Ya duyemîn jî gotin naveroka wê ne di cih de ye. Em bi pêkanînên dij hiqûqê re têdikoşin. Lê malbat bi israre. İsrara malbatê ya me ye. Eylem hevala me ye. Em diyar dikin ku wê cenazeyê wê bînin. Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de bibin alîkar. Kapmaya îmzeyanhatiye destpêkirin. Emê bibin şopdarê vê pêvajoyê.

'Têkoşîna rizgariya jinê bir mewziyan’

Hazalê gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Eylem li ser navê xaka Çukurovayê çû şer. Mafê wê yê herî xwezayiye ku li ser xaka xwe bê definkirin.dewletê 59 rojan cenazeya Azîz Guler neda. Niha ji bo Eylemê jî wisa dikin. Ev rêbazek îşkenceyê ye. me ji bo hevalê Azîz çi kir emê ji bo hevala Eylem jî wisa bikin.”

(mb/hu)