Li hember zilma DAIŞ çarşef tên şewitandin jin azad dibin
12:30
JINHA
MİNBİC - Li Minbicê sibê 3'ê hezar sivîl hatin rizgar kirin. Jinên ku hatine rizgar kirin karê destpêkê çarşafên ser xwe danîn û dan ber agir.
Li Minbicê di çerçoveyê operasyona ku li Taxa El Neîmî hatî destpêkirin nêzî 3'ê hezar sivîl hatin rizgar kirin û şervanan ew girtin cihên ewle. Her gava ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nêzî bajêr dibe, sivîl ji dîlbûnê azad dibin. Şervanên Meclîsa
Leşkerî ya Minbicê piştî şer û pevçûnên dijwar ên bi çeteyan re ku li eniya rojhilatê bajar û li ser rê û Çerxerêya El-Cezîra qewimîn, 3 hezar sivîlên ku piraniya wan jin, zaork û pîr in, ji destê çeteyan rizgar kirin. Kêfxweşiya azadiyê di çavê jin û zarokan de diyar dibe. Jinên ku xwe ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar kirine karê destpêkê çarşafên ser xwe danîn û dan ber agir.
Şer û pervçûn di çerçoveyê operasyonê de jî berdewam dike.
(kom/rc)