Li Qamişlo bi merasîmek girseyî 12 kes hatin oxir kirin

12:53

JINHA

QAMIŞLO - Ji sivîlên ku di komkujiya Qamişlo ku di 27’ê tîrmehê de pêk hatibû jiyana xwe ji dest dane, cenazeyên 12 kesan ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.

Cenazeyên Stêr Ebdulfesîh Osman, Dara Şemsî Hesen, Heysem El-Elî, Ebdulselam Fuat Yusuf, Salih El-Xelef, Diyar Xalid Şêxmus, Ela Haci Fatimê, Feyruz Keleş, Leyla Tahir, Dawid Hisên Mehemed, Raman Mişel û Cewher Mehemed Îsmaîl ji Mala Gel a Enterî hatin wergirtin. Cenaze ji aliyê sedan kesan ve bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Îstasyona Kevin ku ji bo cangoriyên komkujiya Qamişlo hatiye çêkirin. Di rêya ku karwan tê de derbas bû de, welatî jî derketin ser rê û piştgiriya xwe nîşan da.

Piştî ku karwan gihîşt goristanê merasim hat lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewropa Sînem Mihemed, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saruxan, cîgirê wî Hisên Ezam, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, Serokê Yekîtiya Oldarên Misilman a Kantona Cizîrê Mihemed Xerzê, Hevserokê Desteya Karên Derve Ebdulkerîm Umer, Hevseroka Desteya Maliyeyê Remziye Mehemed, Endamê Komîteya Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehmed, rêveberên sazî û partiyan, her wiha bi hezaran kes amade bûn. Di merasîmê de Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvîn El-Seyid axivî û di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane xwest.

Hêvîn Seyid êrîşa terorîst a li dijî welatiyên bajarê Qamişlo pêk hat, şermezar kir û got: “Ev êrîş îflasa çeteyan li herêma Minbciê li hember serkeftinên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) nîşan dide. Çeteyên DAIŞ`ê rojane têk diçin û li hember sivîl û li herêmên bi ewle teqînan pêk tînin.” Piştre Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saruxan axivî û bang li hemû gelên Rojava kir ku li hember êrîşên çeteyên DAIŞ`ê parastina xwe xurtir bikin.

Abdulkerîm Saruxan diyarkir ji ber ku Rojava ji hemû herêmên Sûriye yên dîtir bi ewletir û domkratîtir e, ji hemû aliyan ve rastî êrîşan tê û wiha axaftina xwe domand: “Bi taybet piştî ragihandina pirojeya Sîstema Fedral a Rojava-Bakurê Sûriye û reşnivîsa hevpeymana civakî, Rojava ji aliyê gelek hêzan ve rastî êrîşan tê. Lê hemû pêkhateyên Rojava di ferqa hemû lîstokên ku gelek rêjîm hewl didin îradeya gelên Rojava têkbibin de ne.”

Abdulkerîm balkişand ser girîngiya hevgirtina hemû gelên Rojava û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Teror sivlan nas nake. Dijmin her dem hewl dide ku projeya fedraliyê têk bibe. Ji ber vê yekê ji hemû gelên Rojava tê xwestin ku hevkariya hêzên Asayîşê bike.”

Her wiha di merasîmê de Serokê Yekîtiya Oldarên Misilman a Kantona Cizîrê Mihemed Xerzî jî axivî û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê ola îslamê reş kirin. Mihemed got ku çete bi navê ola îslamê kiryarên terorîst li dijî sivîlan pêk tînan û sivîlên bêguneh qetil diikin.

Di merasîmê de nasnameyên 56 welatiyên ku ji wan 9 agahî nayên ji nayên girtin di komkujiya Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Zêvîn Mihemed ve hat xwendin. Di dawiyê de welatiyan cenazeyên 12 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin ser milan û bi tililiyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziyê spartin axê.

Di êrîşa hovane ya li taxa Xerbî ku di 27’ê tîrmehê de pêk hatibû de, zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Gelek malbatan cenazeyên xwe piştî êrîşê wergirtin û defin kiribûn.

(kom/rc)