Banga ji bo mitînga ‘Li hember darbeyê em azadiya xwe diparêzin’

14:52

JINHA

WAN – Rêxistinên HDP û DBP’a Wanê girêdayî mitînga roja duşemê saet di 17.30’an de li Çaryana İki Nisanê bê li darxistin banga tevlibûnê kirin.

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê girêdayî mitînga bi durişma “Li hember darbeyê em azadiya xwe diparêzin” daxuyanî dan çapemeniyê. Girêdayî mitînga ku dê Hevserokê Giştiyê HDP’ê Selahattin Demirtaş û Hevseroka Giştiya DBP’ê Sebahat Tuncel beşdarbibin de daxuyanî li Navenda DBP’ê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Wekîlê Hevserokê DBP’a Wanê Metin Kutaz, Hevserokên HDP’a Wanê Yakup Ataş û Gulistan Orhan, parlementerên HDP’ê yên Wanê Bedia Ozgokçe Ertan û Lezgin Botan jî amadebun.

Di daxuyaniyê de Cigirê Hevserokê HDP’a navendê Yunus Parim balkişand ser giringiya mitînga roja duşemê û bang li her kesê kir ku beşdarî mitîngê bibin.

(zt)