Dayikên Şemiyê:Ger ku demokrasî hebûya mirov winda nedibûn
15:51
JINHA
STENBOL - Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin di hefteya 592'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û gotin "Ne darbe ne jî OHAL, em aştî dixwazin". Dayikan vê hefteyê aqûbeta Suleyman Durgut ê di sala 1994'an de hat windakirin pirsîn. Dayikan bang li îxtîdarê kir û wiha gotin: "OHAL û darbekar bira ne. Hûn jî şirîkên wan in. Em darbeyê naxwazin. Em aştiyê dixwazin"
Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 592'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne" vekirin û wêneyên windayan dîsa hembêz kirin. Dayikan wêneyê Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê 65 roj berê hat windakirin û piştre agahî hêj nehatiye girtin rakirin. Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu û malbata Berkin Elvan jî tevli çalakiyê bû.
Birayê Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de di bin çavan de rastî îşkenceyê hat û cenazeyê wî li kolanê hat ditin Alî Ocak diyar kir ku yên li Tirkiye OHAL û darbeyan pêş dixin Tirkiye kirine zindan û herimandine. Alî, anî ziman ku OHAL û darbe birayê hevin û hikûmet jî hevkarên wan in. Alî, da zanîn ku ew li şûna darbeyan aştiyê dixwazin.
'Ger ku demokrasî hebûya mirov winda nedibûn'
Hevjîn Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat windakirin Hanım Tosun jî anî ziman ku ew li dijî hemû darbeyan in û ger li Tirkiye demokrasî hebûya mirov winda nedibû. Hanimê, anî ziman ku Hurşit Kulter 65 rojin winda ye û agahî jê nayê girtin.
Li ser navê komê Dayika Şemiyê Zehra Şen Oguz daxuyanî xwend û wiha got: "Tiştên awarte piştî darbeye wekî asayî hatin ditin. Em tev darbeya 12'ê Îlonê zanin. Divê hikûmet vê darbeyê vegerîne demakrasiya rastîn. Di serdema OHAL'ê de di 14'ê Tîrmeha 1994'an de Suleyman Durgut li Cizîrê Esnaf bû. Endamên JİTEM'e xwest bibe sîxur. Lê ji ber ku nebû sîxur JİTEM'ê ew bin çav kirin û pitre birin îşkenceya giran lê kirin. Di 14'ê tîrmeha 1994'e de bi torosa spî ew binçavkirin û birin. Cenazeyê Suleyman Turgut li gundê Herbakê yê Hezexê li zeviyek fireh hat dîtin. Bi 10 guleyan hatibû kuştin. Li dora cenaze 30 dûvikên guleyan hebû. Me serî li Dozgeriya Komarê ya Hezexê da. Lê tu encam me bi dest nexist. Lê dawiya dawî me Suleyman Turgut wekî kesek kujer nediyar defin kir.
'Ne OHAL em demokrasiya lezgîn dixwazin'
Zehra Şen Oguz, da zanin ku dozger dosyaya Suleyman Durgut di 19'ê Kanûna 1994'an de tev li dosyayên kujer nediyaran kir u kujer winda kirin. Zehrayê herî dawî da zanîn ku ew li dijî OHAL û darbeyan in û bi lezgîn demokrasiyê dixwazin.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.
(om/rc)