Li Amûdê jinek hat qetilkirin
16:44
Tîrmeh
30
/ 2016
JINHA
AMÛDÊ – Li Amûdê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê ya Rojava mêrê bi navê A. R hevjîna xwe F. A di roja dawetê de bi kêran kuşt. Malbata F. A ya 25 salî dema ku ji bo serdana keça xwe çun mala wê wiha dît hatiye qetilkirin. Malbatê cenazê keça xwe rakirin Nexweşxana Amûdê.
Hêzên Asayîşa Amûdê çûn cihê bûyerê û lêpirsîn di derbarê bûyerê de dan despêkirin û li mêrê kujer digerin.
(rh/hs/zt)