Ji bo têkela KJA ya Wanê lêpirsîna poster û alayan

17:20

JINHA

WAN – Ji ber ku li ber posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alayên PKK û KCK’ê daxuyanî dane ji bo 8 jinên têkela KJA ya Wanê lêpirsîn hat vekirin.

Ji ber ku di 22 yê Tîrmehê de girêdayî tecrîda giran a ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike li avahiya TUYAD-DER’ê jinan daxuyanî da, ji bo 8 endamên KJA yê li Dozgeriya Komarê doz hat vekirin. Di nava yên lêpirsîn di derbarê wan de hatî vekirin Hevseroka Navenda HDP’a Wanê Gulistan Orhan, Wekîla Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye Acar, Hevseroka MEYA-DER’a Wanê Neriman Urar û Hevseroka TUYAD-DER’ê Aynur Bagiş jî hene. Ji jinên li Eminiyeta navçeya Tuşbayê îfade dan pirsên weke; “Çima we li ber posterê Abdullah Ocalan li gel alayên PKK û KCK’ê daxuyanî dan?” pirsîn.

(zt)