ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Li Geverê mala Sabriye saygi jî hatiye xirakirin, ew li gel du zarokên xwe mala xwe ji nû ve avadikin.
* Jinên ku bûn şahidên komkujiya Qamişlo û hinek ji wan birîndar bûne, qala kêliyên bi êş ên bûyerê dikin. Jinan gotin, "Ev cara yekê ye ku em bûyerek wisa jiyan dikin, em bi hêvî ne ku ev cara dawiyê be jî. Lê tevî hemû êrîşan jî em ê li welatê xwe bimînin û li ber xwe bidin."
*Jinên Êzidi yên di seld sala 21'an de li ber çavê hemû cîhanê hovîtiya DAIŞ'ê jiyan kirine gotin: "Em jinên dîl ketine destê çeteyan û yên ev b ime dayîn jiyan kirin ji bîr nakin. Heya yek j ime hebe emê li ber xwe bidin."
*Dayikên Aştiyê diyar kirin ku Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye û wiha gotin: "Em ji tenduristiya Rêberê xwe bigumanin. Berdewamkirina tecrîdê ji bo gelê kurd hincenda şere."
*Bav M. diyar kir ku cenazeyê kurê wî li taxa Kanîka ya ku xebatên hilweşînê lê berdewam dike ye û got: “Bila yan taxan vekin, em biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin, an jî bila heyet ji saziyên me biçe bigire. Em tenê tiştekî ji gelê xwe dixwazin bila xwedî şehîdên me derkevin, bila bedena wan di bin kavilan de winda nebin, bila wan tenê nehêlin.”
*OHAL ya piştî hewldana darbeyê hat îlan kirihn, rastî bertekên jinên Îzmîrê û LGBT’îyan hatin. Li gorî wan yên herî zêde di bin bandora vê pêvajoyê de dimînin jin, zarok û LGBTÎ ne.
Piştî hewldana darbeyê MGK civiya û bir yara ku derket li Tirkiye û Kurdistanê OHAL ya 3 mehan hat îlnakirin. Jinên Îzmîrê û LGBTÎ’yan bertek nîşanê biryarê dan û gotin wê herî zêde jin, zarok û LGBTÎ di bin bandora vê de bimînin û gotin ev rewş wan dike nava fikaran.
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca diyar kir ku piştî hewldana darbeyê daxuyaniyên rayedarên hikûmetê têr nake û got divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest rabe û got: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku pêşniyar, piştgirî, fikr û nêrînên wî hene, hewldanên wî hene û di vê mijarê de aktore, divê rabe. Divê demildest wek muxatabê pêvajoyê ji fikrên wî fêde bê girtin û hevkariyek pêk bê.”
*Halîde Toprak ku xwest ji dest ji hevjînê xwe berde, ji aliyê hevjînê xwe Alî Riza Oztoprak ve hat qetikirin. Keça Halîdeyê Zekiye Kaya got: “Bavê min ji zarokatiya me de şîdet li dayika min dikir. Digot ezê te bikujim, raporê bigirim û ji girtîgehê derkevim. Dayika min kuşt û niha jî li pey raporê ye.