Sabriye û du zarokên xwe mala xwe ji nû ve avadikin
09:01
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê mala Sabriye saygi jî hatiye xirakirin, ew li gel du zarokên xwe mala xwe ji nû ve avadikin.
Li navçeya Gevera Colemêrgê ku 79 rojan dibin êrîşên giran de li ber xwe da, li gel astengiyên hêzên dewletê xebatên ji nû ve avakirinê didomin. Bi sedan malbatên ku careke din vedigerin axa xwe, avahiyên xwe bi destê xwe ji nû ve ava dikin. Bi sedan malbatên li taxên wek Orman, Dîze, Kişla, Cumhuriyet û Gungorê jî bi piştgiriya ciranên xwe birînên yêk derman dikin. Di avakirina malan de keda jinê dîsa pêşiyê ye. Sabriye Saygi ya ku hevserê wê di girtigehê de ye li gel dû zarokên xwe mala xwe ji nû ve avadikin. Sabriye diyar kir ku ew tu caran li gorî daxwazên hêzên dewletê tevnagerin û axa xwe bernadin.
'Em ê Geverê ji nû ve avabikin û axa xwe bernadin'
Sabriye jî wek hemû welatiyên Geverê di demê qedexê de çûye gundê cîranên xwe. Ew ê gelek zor û zehmetî kişandiye. Sabriye da zanîn ku we û zarokên xwe tenê bûn û wiha domand: "Ez û zarokên xwe em çûn malên nasên xwe. Dema ku qedexe hat rakirin, rewşa Geverê em gelek xemgînkirin. Kes ê hes nedikir ku wisa li Geverê bê." Sabriye bi zarokê xwe yên biçuk re mala xwe ji nû ve avadikin. Ev nêzî mehekê ye Sabriye mala xwe temîr dike.
'Em hes dikin wek berê di mala xwe de azad bijîn'
Zaroka Sabriye, Havîn Saygi ya 12 salî jî da ku jiyana xwe wek berê di avahiyê xwe de berdewam bike alîkarî dide dayika xwe û avahiyê xwe ji nû ve avadikin. Havîn anî ziman ku di dema qedexeyê de bavê wê di girtîgehê debû û wiha got: "Dema qedexê dest pê kir em jî ji Geverê derketin. Bav ê min di girtîgehê deye ji ber vê me nikarî mala xwe gelek baş temîr bikin. Lê em di mala xwe de keyfxweşin ji bo wê jî ez û birayê xwe em alîkariya dayika xwe dikin û mala xwe ji nû ve avadikin. Gelek biranînên min di mal de hebû, lê dema em hatin malê hemû tiştên me hatibû şewitandin. Ez gelek xemgînim. Dawaza min aştiye da ku êdî em zarok maxdûr nebin û em di avahiyên xwe de azad bijîn."
'Gever dişewitî me jî dît'
Bulut Saygi yê 10 sali ku wek mazinekê bi destê xwe yê biçûk barek giran daniye ser milên xwe jî wiha got: "Ez û xwişka xwe alîkarî dayika xwe dibin. Ji bo dayika xwe xîz û çîmentoyê dikişînin. Da ku dayika min gelek ne waste ez jî diwarên hilweşandî heya cîhê destê min bigêjê temîr dikim." Bulut bilêv kir ku ew li gel dayika xwe di demê qedexê de çûye gundê cîranên xwe û wê demê jî Gever jî bîra wî derneketiye û dom kir: "Em her roj diçûn ser çiyayên bilind û me li Geverê dinêri. Wê demê Gever dihat şewitandin û me agirê wê dît."
(kom/zt)