Jinên birîndar: Rojên DAÎŞ ên dawiyê nêz bûne

09:02

Hêvî Semîr-Rebîa Êto/JINHA

QAMIŞLO- Jinên ku bûn şahidên komkujiya Qamişlo û hinek ji wan birîndar bûne, qala kêliyên bi êş ên bûyerê dikin. Jinan gotin, "Ev cara yekê ye ku em bûyerek wisa jiyan dikin, em bi hêvî ne ku ev cara dawiyê be jî. Lê tevî hemû êrîşan jî em ê li welatê xwe bimînin û li ber xwe bidin."

Li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo di 27'ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşek hovane pêk anîn û di encamê de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Jinên bajarê Qamişlo ên ku di êrîşên hovane de birîndar bûne têkîldarê kêliyên êrîşê kirin. Jina bi navê Fatma Elî ya ku dayîka wê di encamê êrîşê de bi giranî birîndar bûye wiha got, "Ez sibehê çûm mala dayîka xwe. Min got ez ê herim qehweyekê vexwim, hevjînê min jî çû da ku nan bîne. Bi qasî 20 deqeyan li wir rûniştim, ji nişkê ve dengek xurt hat. Dayîka min wê demê li ser textê xwe bû, ez jî li cem rûniştibûm, deriye balkonê jî vekirîbû. Ji nişkave dengek bilind hat û tozek pir derbasî xanî bû. Hema min dît ez li erdê me. Dema ez rabûm min dît dayîka min ji ketiye erdê û di nava xwînê debû."

'Rojên DAÎŞ ên dawiyê nêz bûne'

Fatma kiryarên çeteyên DAÎŞ ên hovane şermezar kir û wiha got, "Xweda ji çeteyan re nehêle, ne tenê ez ji bo dayîka xwe dibêjim. Ez ji bo wan zarokên ku di bin wê ax û dîwaran de man, nexuyaye ka çi ji wan hatiye. Rojên DAÎŞ ên dawiyê nêz bûne. Em naxwazin ev tişt careke din çêbibe. Bûyerên wiha girane, ji bîrê mirovan naçe. Çi gunehê van zarokan heye? Mirovên têgihêştî dikare hewarê xwe bighîne mirovan lê zarok nikarin. Her kes ji bo parastina welat berpirsyare. Bila her kes parastina welatê xwe bike, ev welat welatê me ye. Divê em ji êrîşên wiha hovane xwe biparêzin."

'Çi gunehê van zarokan û sivîlan hebû'

Birîndara bi navê Şehnaz Hisên ku ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ye, wiha qala kêliyên êrîşê kir, "Sibehê di saet 9'an de ez ji xew rabûm, minê cilên xwe guhertibana, êdî teqîn çêbû û ez nema bi xwe hesiyam. Dema min çavên xwe jî vekirin min dît ku ez li Nexweşxaneya Şehîd Xebat im. Dev û eniya min dirûtin. Bijîşkan gotin jêçûna xwînê di guhên tede pêk hatî. Xweda ji DAÎŞ re nehêle, çi gunehê van zarok û sivîlan hebû ku ev komkujî bi ser me de anîn."

'Armanc ji van êrîşan koçkirina gele'

Xwişka Şehnazê Gulnaz Hisên jî da zanîn ku ew jî li malê taştê amede dikir û wiha domand, "Em nû ji xew rabibûn, min taştê amade kir û xwîşka min li odeya din bû. Di teqînê de hemû camê paceyên me hatin xarê. Ji ber zexta teqînê gelek bû. Ez çûm oda ku xwîşka min li wir bû, min dît ku di nava xwînê de maye. Cam bi ser de ketibûn, ji ser hişê xwe jî çûbû, paşê me ew bir nexweşxanê. Ev cara yekê ye ku em teqîneke bi vî rengê dijwar dibînin. Gelek kesan di encamê de jiyana xwe jidest dan, raste xwîşka min tiştek jê nehat, lê em li ser dost û cîranên xwe jî pir xemgînbûn. Hîn gelek kes nediyare ka çi ji wan hatiye. Kesên ku ev teqîn pêkanîne dixwazin em ji vir bazdin û birevin. Lê em ê tevî hemû tiştî di welatê xwe de jiyan bikin, wê dawiya wan jî binkeftin be û em ê biserbikevin."

(hs/rc)