Dayikên Aştiyê: tecrîda ser Abdullah Ocalan hinceta şere ji bo kurdan
09:03
JINHA
WAN - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye û wiha gotin: "Em ji tenduristiya Rêberê xwe bigumanin. Berdewamkirina tecrîdê ji bo gelê kurd hincenda şere."
Ji 5'ê Nîsana sala 2015'an ve ne parêzer ne jî malbatê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin nekirine, ev rewş gelê kurd dixe nava metirsiyê. Her dem serlêdan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve rastî hincentên weke "Keştî xirabeye" û "Rewşa hewayê nebaşe" tê. Her diçe li bember rewşê bertekê gelê kurd jî mezin dibe. KJA yê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo rewşa Abdullah Ocalan dê li qadan bin. Dema ku di raya giştî de gelê kurd nerazîbûnên xwe nîşan didin endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê jî bertek nîşan dan. Zekiye Kaya diyar kir ku tayibetî piştî hewlên darbeyê ti agahî negirtin gelê kurd dixe nava metirsiyê, ev ji ji bo gelê kurd dibe hincenta şer.
'Em dixwazin demek ji ya din zutir ji Rêberê xwe agahî bigirin'
Zekiye, da zanîn ku ew dixwazin demek ji ya din zutir ji Abdullah Ocalan agahî bigirin û wiha domand: "Bila Serokomar Erdogan baş bizane ku tenduristiya Rêberê me tenê ne ji bo kurdan ji bo gelê Tirkiyê jî gelek giringe. Di rastiyê de Tirkiye li benda şerekê ye."
'Erdogan fermana qirkirina nijadî dide'
Aliye Balik jî bertekên xwe wiha anî ziman: "Fermana qirkirinên nijadi yên li bajarên Kurdistanê hatin kirin Erdogan da. Niha ji bi girtin û ser jêkirina FETO yan dixwaze ser wan kirinên xwe bigire. Bila Erdogan baş bizane tem tiştek ê li Kurdistanê hatî kirin ji bîr nakin."
'Rêberê me buye sembola aştiyê'
Aliye bilêv kir ku piştî hewilên darbeyê ji Abdullah Ocalan negirtina agahiyê wan dide fikirandin û wiha berdewam kir: "Ger zararek bigihe neyinika Rêberê me kes nikare pêşiyê li şerê navxweyiyê li Tirkiyê derekve bigire. Ji ber ku her dem Rêberê me buye sembola aştî û azadiyê. Divê teqez neyê ji bîr kirin ku her nêzîkatiya li Rêberê me nêzîkatiya li aştî û azadiyê ye."
'Divê her kesên ji xwe re demokrat dibêjin rabin ser piyan'
Rabia Algul jî destnîşan kir ku divê hemû STK rabin serpiyan û wiha axivî: "Ji bo me Rêbertiya me sedema hebun û tinebûna me ye. Sedema dîlgirtina Rêbertiya me parastina nasname û zimanê gelê kurde. Heya me agahî ji Rêberê xwe negirin emê li qadan bin. Ez bang li her kesê aştîxwaz dikim ku ji bo aramî bê vê axê rabin serpiyan."
'Muhatabê aştiyê tenê Abdullah Ocalan e'
Leyla Duman jî da zanîn ku dema Abdullah Ocalan anîn Tirikê bi sedan mirovan xwe şewitandin û wiha dom kir: "Weke gelê kurd ji Erdogan ti hêviyên me nîne. Canê me heye, emê wê jî ji bo Rêberê xwe feda bikin. Dema ku tenduristiya Rêberê me mijara gotinêbe, bila kes li bendê nebe em bê deng bimînin. Ya Erdogan dixwaze derxistina şerê navxweyi ye. Ticaran Rêberê me nebûye alîgirê şer. Rêberê me ji bo me xala herî hesase. Bila demek ji yadin zutir tecrîda ser Rêberê me rakin. Tenê muhatabê aştiyê Rêberê me ye."
(zt)