'Xwedî li şehîdên xwe derkevin, bila bedenê wan di bin kavilan de winda nebin’

09:04

JINHA

MÊRDÎN –Bav M. diyar kir ku cenazeyê kurê wî li taxa Kanîka ya ku xebatên hilweşînê lê berdewam dike ye û got: “Bila yan taxan vekin, em biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin, an jî bila heyet ji saziyên me biçe bigire. Em tenê tiştekî ji gelê xwe dixwazin bila xwedî şehîdên me derkevin, bila bedena wan di bin kavilan de winda nebin, bila wan tenê nehêlin.”

Li Nisêbîna Mêrdînê ev 5 mehin qedexeya derketina kolanan didome û qedexe li beşekê hat rakirin lê li hinek taxan jî ranebûye û ev tax bi têlan hatine dorpêçkirin. Bavê A.K yê di berxwedanê rêveberiyên xwe ser de jiyana xwe ji dest daye diyar kir ku cenazeya kurê wî li taxa Kanika ye lê hîna negirtine. Bav M.K diyar kir ku fikara wî eve ku cenazeyê kurê wî di bin kavilan de maye û got: “Ji bo em nebînin ku cenaze bi kavilan re bê avêtin tax bi têlan dorpêç kirine. Ev têl tinebûna ezê biçûma. Wan rojan ez û zarokên xwe li vir bûn. Min xwest ez xwe li têlan bidim û cenazeya kurê xwe bigirim. Taqeta me nema. Dayika wî mirina kurê xwe qebûl nake û ji ber vê heta cenaze neyê dîtin em naxwazin navê wî vebêjin. Em ji gelê xwe vê dixwazin bila xwedî li cenazeyên xwe derkevin.”

'Xwest li dijî zilmê raweste’

M wiha berdewam kir: “Kurê min 16 salî bû. Lîseya Îmam Hatîbê dixwend. Di pola duyem de bû. roja qedexeyê beşdarî YPS bû. ji ber bê edeletî dît ev rê tercîh kir. Li dijî vê zilmê sekinî. Me hîn kir k udi 7’ê nîsanê de şehîd ketiye. Ji bilî wê em tiştekî nizanin. Carekê bi apê xwe re di telefonê de axiviye.”

'Ya bila bidin me yan jî bidin heyetê’

M. got cenazeyê kurê wî hîna li taxa Kanîkaye û got li wê taxê kepçe dixebitin û wiha berdewam kir: “Divê maşîne hilweşînê bidin sekinandin û heyetek ji saziyan pêk tê biçin cenazeyan bigirin. Kurê min ev 3 meh û 21 roje jiyana xwe ji dets daye. Bedena wî hîna li wir e. Ev 4 mehe em her roj dimrin. Bila xebata hilweşînê bidin sekinandin. Bila cenaze bi kavilan re neyê avêtin.”
M. wiha berdewam kir: “Ez li ser riya Mêrdînê rudinim. Lê gule dihatin li mala me û wesayîtên me diketin. Me jî xwe di nava şer de dît. Ez 80 roj şûnde ji Nisêbînê derdikevim li wesayîta min ceza dibirin.”

'Dayika wî bi mirina wî bawer nake’

M da zanîn ku hevjîna wî bi mirina kurê xwe bawer nake û got kurê wî ti carî ew neêşandine û kesekî gelek baş bû û got: “Dayika wî bi mirina wî bawer nake. Cilê wî xistine torbeyekê û bi wan radize. Li mala birayê xwe dimîne. Nayê malê. Psîkolojiya wê xera bûye.”

M di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di navbera wî û kurê wî e 5 deqe heye lê nekare cenazeyê kurê xwe bigire û bang kir ku divê kes li dijî vê bêdeng nemîne û zilma li wan hatiye kirin tenê xweda dizane. M got dengê wan bibîhizin.

(ekip\hu)