Îzmîrî OHAL’ê naxwazin

09:06

JINHA

ÎZMÎR – OHAL ya piştî hewldana darbeyê hat îlan kirihn, rastî bertekên jinên Îzmîrê û LGBT’îyan hatin. Li gorî wan yên herî zêde di bin bandora vê pêvajoyê de dimînin jin, zarok û LGBTÎ ne.

Piştî hewldana darbeyê MGK civiya û bir yara ku derket li Tirkiye û Kurdistanê OHAL ya 3 mehan hat îlnakirin. Jinên Îzmîrê û LGBTÎ’yan bertek nîşanê biryarê dan û gotin wê herî zêde jin, zarok û LGBTÎ di bin bandora vê de bimînin û gotin ev rewş wan dike nava fikaran.

'Pergala xeran berdewam dike’

Xwendekaran zanîgnehê Ecem Durmuşoglu diyar kir ku piştî hewldana darbayê kesên gotin ‘em demokrasiyê diparêzin’ û daketin kolanan ji parastina demokrasiyê wêdetir, mudaxaleyên qadên me kirin. Ecemê got: “Gotin hewldana darbeyê çewisandine. Mirov daketin kolanan û gotin em demokrasiyê diparêzin. Ya rast zêdetir mudaxaleyên qadên me kirin. Ez fikirim ku bi îlankirina OHAL’ê re çi guheriye. Ez televîzyonê temaşe dikim, tiştekî fêm nakim. Qanûnên wan dixwînim, ez dibînim ku ev berê pêk hatine. Ez tiştek cuda nabînim. Tenê pergala berê ya xerab didome.”

'Ez xwe li kolanê azadtir hîs dikim’

Ecemê got hatiye gotin ku bila jin mala xwe runin û dua bikin û got: “Em wisa zêde tiştan dibihizin ku em nizanin çawa binêrin. Ez tehemul nakim xwe dur dixim. Berê ne evqas bû. Min xwe li kolanê azad hîs dikir. Ez niha cil û bergên li xwe dikim lêpirsîn dikim. Mirovan tiştên wisa xerab kirin ku, mirov dibêjin wê çi bi min bê.”

‘Yên destpêkê bên kuştin û emin’

Karker Umut Can Încî (26) pêvajo di alî LGBTÎ yan de nirxand û got: “Ji pêvajoya ku me jiya re gotin lîstike. Niha li ser me pêkanînek tine lê ev nayê wateya ku nebe. Mirov li derin, cemaat û dindar li derin. Em helwesta wan ya li dijî me dizanin. Îro em dizanin ku tiştek bibe destpêkê em û jinin.”

'DAIŞ’ê LGBTÎ li Rojava ji avahiyan de avêtin’

Umut di berdewamiyê de diyar kir ku DAIŞ’ê li Kobanê, li Rojava tiştên anîn serê LGBTÎ’yan xelek xerab bûn û got: “Ji avahiyan de avêtin. Darbvekirin. Ji ber vê jî dikare li me jî heman tişt bên kirin. Ji ber vê divê mirov bi rêxistinkirî bijîn.”

'Bila jin nebîn makîneya hilberînê’

Xwendekara Zanîngehê Sevgî Çay ya 26 salî jî wihagot: “Beyî agahiya gel û bi rehetî ji bo pêvajoya xwe pêş de bibin hat kirin. OHAL hewce nedikir. OHAL wisa dibe ma? Ez bawer nakim jiyan wisa normal bidoem. Niha dibêjin darbe hat çewisandin lê ne ji darbeyê û ne jî ji OHAL şop tine. Agahiya kesî ji tiştekî tine. Herî zêde jin û zarok di bin bandora vê de dimînin. Dîsa jin xemgîn dibin û leşkeran digihînin. Tenê tiştekî ji jinan re dibêjim, bila nebin makîşeya hilberînê.”

'Ez tenê jiyanek azad dixwazim’

Gul Yenîay ya 52 salî jî ku darbeya salên 80’ê jiyaye got: “Hişê min van tiştan nagire. Yê bombe avêtin meclîsê bû fermandar bûn û ji xwe vana her tişt dikir. Ez li dijî kesên bombeyan davêje me. Ez tenê dixwazim bi awayekî azad bijîm.”

(mb-oo/hu)