'Dayika min kuşt, niha li pey girtina raporê ye’

09:08

Ruken Tuncel / JINHA

STENBOL - Halîde Toprak ku xwest ji dest ji hevjînê xwe berde, ji aliyê hevjînê xwe Alî Riza Oztoprak ve hat qetikirin. Keça Halîdeyê Zekiye Kaya got: “Bavê min ji zarokatiya me de şîdet li dayika min dikir. Digot ezê te bikujim, raporê bigirim û ji girtîgehê derkevim. Dayika min kuşt û niha jî li pey raporê ye.

Halîde Oztoprak di zewaca xwe ya 36 salan de ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdeta sîstematîk hat û di 13’ê Gulanê de ku ji dest ji hevjînê xwe berdida, ji aliyê hevjînê xwe Alî Riza Oztoprak ve hat qetikirin. Alî Riza piştî bûyerê çû qerekolê sûcê xwe îtîraf kir û şandin girtîgeha Sîlîvriyê. Alî Riza di dema girtina xwe de sewqî nexweşxaneya Sînîr û Rih ya Bakirkoyê hat kirin. Bi hinceta ku tê dermankirin jî tevlî du runiştan nebû.

Keça Halîdeyê, Zekiye Kaya ji JINHA’yê re axivî û got dayika wê her tim ji aliyê bavê wê ve şîdet dîtiye û got: “Ji zarokatiyê de zilm û şîdet li dayika min dikir. Hezkirina wî tinebû. Ji zarokên xwe hez nedikir. Ji mirovên derdora xwe re baş bû, lê ji me nefret dikir. Ji ber şîdet li dayika min dikir, min jê hez nedikir. Dayika min dîsa jî her tim rêya wî dipa. Ez li dayika xwe dixeyîdim. “

'Digot ezê te rojekê bikujim’

Zekiyeyê got Alî Riza her tim şîdet li wan dikir û got: “Me zêde dem bi bavê xwe re derbas nekir. Dayika min em mezin kirin. Her tim li dayika min dixist. Ji malê dernedixist. Dijûn lê dikir. Mîvan bihata mala me dayika min ji tirsan nekarî biaxive. Wek dijmin li dayika min mêze dikr. Li ser mirovan li dayika min dixist.her tim digot ezê rojekê te bikujim.

‘Piştî em çûn Stenbolê şîdet zêdetir bû’

Zekiyeyê got Alî Riza di 1996’an de li Stenbolê dest bi xebatê kiriye û piştî wê ji Elezîzê koçî Stenbolê kirine û got: “Şîdeta wî li vir zêdetir bû. Ji bilî xwişk û birayên dayika min kesek wê tinebû. Dê û bavê wê zûde miribûn. Xwişk û birayên wê li Elezîzê dijîn. Ji ber kesek xwedî li dayika min dernediket, şîdet li dayika min dikir.”

'Dayika min dest jê berda jî rehet nekir’

Zekiyeyê got ew di 19 saliya xew de zewiciye û got: “Her roj tehdîdên ezê te bikujim dikir. Dayika min daxwaznameya destberdanê da. Hefteyek şûnde dayika min kuşt. Ev tişt hemû plan kir. Digot ezê te bikujim, raporê bigirim û ji girtîgehê derkevim.”

Zekiyeyê bang li merciyên darazê û rêxistinê jinan kir û got ew dixwaze ev kes rastî cezayê herî giran bê û got ew naxwaze derkeve, bi rehetî bigere.

(rt/hu)