‘Divê jin ji bo girtina cenazê Eylem Ataş têkoşînê bikin’

09:58

JINHA

AMED – Cenazê endama GOG yê Eylem Ataş (Cemre Heval) a ku di dema azadiya Minbicê de jiyana xwe jidest da bi hincetên cuda li ser sînor tê sekinandin. Endama SGDF ê Bêrîtan Yeşilbaş banga: “Eylem bi giyana enternasyonalist destê jinên berxwedêr girt. Bila cenazê wê bidin me heval û malbata wê. Em çavê xwe nagirin ji îskencekirina cenazeyan re. Bila her kes ji bo Eylem dest dane ser wijdanê xwe û li ber xwe bidin” kir.

Cenazê endama BOG ê Eylem Ataş (Cemre Heval) a ku li hember kirinên DAIŞ’ê yên dermirovane di hamleya azadiya Minbicê de cîh girtî ji 27’ê hezîranê heya niha nadin malbata wê. Li gel ku serî li Qeyimeqamiya Pirsusê dane jî ji bo girtina cenaze ti agahî nedane. Serlêdanên malbatan bi hincetên cuda paşde vedigerînin. Endama SGDF ê Bêrîtan Yeşilbaş banga demek zu girtina cenazê Eylemê kir û anî ziman ku Eylem bi giyanek enternasyonalîst beşdarî şoreşa Rojava bû û ji bo mezinkirina têkoşînê destê jinan girt.

'Divê em li ser vê axê kenê Eylem bidin jiyan din'

Bêrîtan demdirêj nedana cenazê şervanê BOG’ê Aziz Guler jî bibîr xist û got: “Dema ku hemu cîhanê li hemberî DAIŞ’ê şer dikir, Tirkiye alikariya wan dikir. Her çendî ne pejirîne jî vekiriye. Ji bo îskencekirina malbatan cenazeyan dereng didin. Yekbuna giyana gelan napejirînin. Em bi çeteyên li Tirkiyê bi cîhbûne û bi rehetî digerin re ru bi ru ne. Bila demek ji yadin zutir cenazê Eylemê bidin me heval û malbata wê. Em nikarin çavê xwe ji îskencekirina cenazeyên xwe re bigirin. Bila her kes ji bo Eylem dest danin ser wijdanê xwe. Divê em kednê Eylemê li ser vê saxê bidin jiyan din.”

(zt)