‘Bedelê herî giran kevneşopiya çapemeniya azad daye’

12:40

JINHA

STENBOL - Nobeda "Gerînendeya Weşana Giştî" ya Ozgur Gundemê ji hêla rojnameger Sevgîm Denîzalti ve hat dewrgirtin. Denîzalti got "Em neçar in di nava piştgirî û xwebirêxistin kirinê de bin."

Rojnameya Ozgur Gundemê bi salan e di binê zext û pêkutiyan de ye. Ji bo piştgiriyê nobeda "Gerînendeya Weşana Giştî" hat destpêkirin. Nobeda gerînendeya weşanê ji hêla rojanmeger Sevgîm Denîzalti ve hat dewrgirtin. Sevgîm di civîna rojevê de bi xebatkarên rojnameyê re tevli civînê bû û der barê rojevê de pêşniyar kirin.

Sevgîm der barê kampanyaya piştgiriyê de axivî û diyar kir ku divê her dem li kêleka gel û rastiyan cih bê girtin û karê rojnamegeriyê jî wekî berdêldayînê pênase kir. Sevgîm da zanîn hêj zextên li ser çapemeniya azad berdewam dike û wekî mînak jî çekdanîna serê Serhat Tekîn û qetil kirina Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat da nîşan.Sevgîm der barê kampanyaya piştgiriyê de jî axivî û ev tişt got: "Em ê çawa piştgiriya rojnamegeran wekî sûc bibînin? Me pişrî got 'rojnemegerî ne sûc e' em bê zar bûn, lê wan cuda cuda nîşandana rojnameger rojnamegeran û sûcdarkirinê bêzar ne bûn. Ji ber wê girîngiya piştgiriyê derket holê. Divê em di nava piştgirî û xwebirêxistinkirinê de bin."

Sevgîm bi îlankirina OHAL'ê re, girtina rojnamegeran jî rexne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gotin 'Şahiyên demokrasiyê' lê fatûreya wê li rojnamegeran birîn. Bi OHAL'ê re ji kar avêtinê ji dest pê kir, ev jî bû tem û lezeta wê."

(zt)