Tabura Êzîdxanê 13 jin û zarok azad kirin
13:30
Tuba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL – Bi pêşengiya YJŞ’ê taburek şervanên Êzidîxanê ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî beşdarî hamleya Mînbic ê bûne. Di encama têkoşîna şervanên Êzîdxanê de 13 Êzîdî li Minbicê ji destê çeteyan hatin xilas kirin.
Rojên derbasbûyî taburek şerwanên YJŞ û YBŞ’ê beşdarî operasyona Minbicê bûn. Şervanên ku bi boneya rizgarkirina jin û zarokên Êzîdî beşdarî operasyonê bûne bi moral û hêzekî mezin têkoşîna xwe berdewam dikin. Di van rojên ku salvegera fermana 3’ê Tebaxê nêz dibe de şervanên Êzîdxanê 10 zarok û 3 jin bi tevahî 13 kes ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Ev bersiva herî mezinbû li hember fermanê.
Zarokên xwe avêtin situyê şervanên Êzîdxanê gotin "Em tenê tiştek ji we dixwazin me bêparastin nehêlin. Heval û mirovê me yê ku di destê wan hovan de xilas bikin. Bila dayikên me negrîn. Di van du salan de em pir giriyan. "
Her sê jinên ji destê DAIŞ’ê xilasbûne jî bal kişandin ser roja reş ya 3’ê yê Tebaxê û gotin: "Ewên ku digotin em we diparêzin pêşya me baz da û çûn. Çeteyên DAIŞ’ê her carê li me didan û digotin pêşmergeyan li hember Kerkûk ê Şengal firotine me. Em hemu zanin ku Şengal tevî Êzîdiyên di nav de hat fîrotin. Lê şevanên Êzîdxanê û YPG, YPJ em xilas kirin. Em dervayî wan bawerî nadin tu kesê. "
Malbatên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgar kirin li ser axa pîroz ya Şengalê carek din gihiştin hev. Malbatan milekî de kêfxweşiya mirovên xwe yên rizgar bûye jiyan dikirin, li milê din de jî hêviya rizgariya kesên wan ê hîn di destê DAIŞ’ê de ne mezin kirin.
Tabura Êzîdxanê li Minbicê bo xilas kirina jin û zarokên Êzîdî li hember DAIŞ’ê şer berdewam dike. ji ber hin gelek êsîr di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne bo ewlekariya wan kesan ew ê wêneyê êsîrên hatine rizgar kirin parve nakin.
(zt)