Kongra Star astengiyên PDK’ê bi daxuyaniyekê şermezar kir

15:36

JINHA

QAMIŞLO – Kongra Star girêdayî kirinên PDK’ê yên dema dawî de daxuyanî da û got: “Weke jinên kurd, em vê kiryara PDK’ê qebûl nakin û em ê her dem bertekên xwe li hemberî wan nîşan bidin.”

Kongra Star kiryarên PDK'ê yên astengkirina tevlîbûna malbata qurbaniyê teqîna Qamişlo Mihdî Şakir Ebdî bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî wiha ye: "Di 27’ê Tîrmehê de li taxa Xerbî ya Qamişlo komkujî hat kirin. Di komkujiyê de zêdetirî 50 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û 177 kes jî birîndar bûn. Ji bo komkujiyê merasîm tê lidarxistin. Malbata şehîd Mihdî Şakir Ebdî jî ji Awrupa hatine Başûrê Kurdistanê û xwestine ku îro tevlî merasîma kurê xwe bibin, ji aliyê PDK'ê ve hatine astengkirin. Niha jî malbata şehîd li ber deriyê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve hatiye astengkirin û rê nade ku tevlî merasîma oxirkirina kurê xwe bibe. Em vê wek hevkariya kiryarên dîjî mirovahiyê dinirxînin. Careke din PDK’ê rûyê xwe yê rast nîşan dide.

Weke jinên kurd, em vê kiryara PDK’ê qebûl nakin û em ê her dem bertekên xwe li hemberî wan nîşan bidin. Em diyar dikin ku ev nîşaneya lihevhatineke qirêj ya polîtîkayek qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e."

(kom/zt)