Mitînga demokrasiyê bi beşdariya hezaran despê kir

16:51

JINHA

AMED – Bi pêşengiya HDP û DBP’ê mitînga “Ji darbeyê re na demokrasî a niha” li Qada Îstasyonê despê kir. Welatiyên bi durişman ketin qadê daxwazên xwe yên azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman.

Bi tevlîbûna Hevsrokê Giştiyê HDP’ê Selahatin Demirtaş û ji Heyeta Îmraliyê Sırrı Sureyya Onder mitînga bidirûşma "Ji derbeyê re na, demokrasî a niha" li Qada Îstasyonê despê kir. Li qada mitîngê li gel pankartên “Bi vî halî û wî halî demokrasî nayê”, “Ji bo xwedîderketina li keda xwe li hember darbeyê li ber xwe didim” û “Li Îmraliyê xwedi derdikevim li hemberî darbeyê me” flamayên DBP û HDP’ê jî hatin rakirin. Gel bi coşek mezin û diruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayê Apo ne”, “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan”, “Emê bi berxwedanê serkevin” û “Emê cîhana bê Ocalan bi serê we de hilweşînin komdibin.

Li gel rengên jinan ên kesk, sor û zer dengê tilîliyan jî kêmnabin. Jin li ber dengê muzîkê dilanê digirin. Tê payîn ku ji aliyê Komiteya Amadekar ve axaftin bê kirin. Paşê dê Koroya Muzîkê ya Dîcle Firadê derkeve dikê û dê bernameya mitîngê despêbike.

(zt)